NAVENDA NÛÇEYAN - Civîna Polîtîkayên Tenduristiyê, di bin serokatiya Serokkomar Erdogan de bi rojeva vîrusa koronayê li hev civiya.
Li Beştepeyê, di bin serokatiya Serokkomar Recep Tayyîp Erdogan de civîna Polîtîkayên Tenduristiyê dest pê kir. Civîn bi rojeva vîrusa koronayê tê lidarxistin. Kabîneya Erdogan, Serokê Karên Diyanetê Alî Erbaş, Serokê YOK'ê Yekta Saraç, Berdevkê Serokkomariyê Îbrahîm Kalin, Serokê Ragihandinê Fahrettîn Altûn jî tevlî civînê bûn.
Dê piştî civînê Serokê Ragihandinê Fahrettîn Altûn daxuyaniyek bi de çapemeniyê.