DUZCE - Yek ji bersûcên doza Hrant Dînk sîxurê teqawît ê di leşkeriyê de berbaz bû Şeref Ateş, li Duzceyê di wesayîta xwe de hat înfazkirin
Gerînendeyê Rojnameya Agosê Hrant Dînk, di 19'ê çileya 2007'an de li Stenbolê hat qetilkirin. Yek ji bersûcên doza qetilkirina Hrant Dînk sîxurê teqawît ê di leşkeriyê de berbaz bû Şeref Ateş, li Duzceyê di wesayîta xwe de hat înfazkirin. Hat hînbûn ku înfaz duh di saetên şevê de pêk hatiye. Polisan, derbarê girtina kesên ku Ateş înfaz kirin xebat da destpêkirin.
Ateş, di doza Dînk de hatibû girtin û di sala 2017'an de hatibû berdan. ı.