EDENE – Rêxitina HDP’ê ya Edeneyê, diyar kir ku ewê di 20 Adarê de li Ceyhanê û di 22’yê Adarê de jî li navenda bajêr Newrozê pîroz bikin û banga tevlîbûnê li gel kir.
Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Edeneyê, derbarê pîrozbahiya Newroza îsal a bi şîara “Ji bo demokrasî, edalet û azadiyê” pêk bîne de, li avahiya partiyê civîna çapemeniyê li dar xist. Hevserokê HDP’ê yê Edenê Mehmet Karakiş, diyar kir ku wan starta xebatên pîrozbahiya Newrozê dan û got: “Emê di 20 Adarê de li Ceyhanê û di 22’yê Adarê de jî li navenda bajêr Newrozê pîroz bikin. Me ji bo her du bajaran jî serlêdana fermî kiriye.
Karakiş, banga tevlîbûna pîrozbahiyên Newrozê kir û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Werin em bi hev re ji bo avakirina aştî, azadî, edalat û demokrastiya Rojhilata Navîn û Tirkiyeyê têkoşîn bidin. Em ji bîr nekin ku em ji her demê zêdetir bi hêztirin û em hîn zêdetir nêzî serkeftinê ne. Bawerî û hêviya me ya serkeftinê mezine. Ji ber ku me li hemberî wan çongê xwe nedanîn erdê û hêza me ya ku em bi derew û hîleyên wan karibin heye.”