STENBOL - Rêxistinên Hiqûqê ji hikûmetê xwestin ku herêmên tampon ên ku penaber lê dijîn ji parazvanên mirovan û hiqûqnasan re vekin.
Parêzerên baroyên Stenbol, Antalya, Tekîrdag û Kirklarelî duh ji bo rewşa penaberan û binpêkirina mafên penaberên li ser Deriyê Sînor ê Pazarkule yê Edîrneyê lêkolîn bikin, xwestin biçin kampên penaberan. Lê parêzer rastî astengiyê hatibûn û destûr nedabûn ku heyeta parêzeran biçin herêma tampon a penaberan. Piştî parêzer rastî vê astengiyê hatin; Koma Parêzerên Hemdem, Komeleya Hiqûqnasên Hemdem, Hiqûqnasên Ji bo Demokrasiyê, Komeleya Hiqûqnasan a Ji bo Azadiyê û Vakafa Lêkolînerên Hiqûq û Civakê, têkildarî mijarê daxuyaniyek nivîskî weşandin. Parêzeran, diyar kirin ku piştî geşedanên li Idliblê, penaber li Edîrne, Çanakkale û Îzmirê kom bûn û bi rêya deryayî û bejayî berê xwe dan Yewmenîstanê û wiha got: "Di vê pêvajoyê de binpêkirina mafan ên penaberan hinek di çapemeniyê de hat dîtin. Endamên çapemeniyê yên ji bo pêvajoyê bişopînin hatin binçavkirin û girtin. Piştî binpêkirina mafên penaberan berdewam kir, me koma ku 80 parêzer û hiqûqnasan pêk dihat xwest li ser sînorê Edîrneyê lêkolîn bikin û em çûn Edîrneyê. Em pişti astengiyan gihiştin Deriyê Sînor ê Pazarkule. Beriya em bigêjin sînor dîsa em ji aliyê polîsan ve hatin rawestandin. Bêyî belgeyên fermî nîşanî me bidin em keyfî rawestandin. Piştî vê astengiyê me nûnerên saziyên hiqûqê serî li Walîtiya Edîrne da. Cîgirê Walî heta saet 17.30'an heyet da rawestandin. Pişt re bi devkî diyar kirin ku Walî destûr nade. Di encamê de destûr nedan ku em biçin herêma penaber lê tên rawestandin û destûr nedan em lêkolîn bikin."
Heyeta parêzeran anîn ziman ku ji ber ku destûr nehat dayîn, nekarîbûn hevdîtinê pêk bînin û wiha bi dawî kirin: "Tabloya heyî encama polîtîkayên şer in. Ji ber vê polîtikaya şer mirov di nava du sînoran de tên rawestandin. Hem Yekîtiya Ewropa û hem jî Komara Tirkiyeyê jiyana mirovan wekî kozê siyasî digirin dest û dikin amûra bazarê. Mafên mirovan gerdûnî ye. Peyvira hemû mirovan heye ku her kes di nava şertên mirovî de bijîn.
Parêzeran xwest hemû mafên penaberan ên penaberî, mirovî û mafên bingehîn bê parastin. Parazvanan xwest Yekîtiya Ewropa û Neteweyên Yekbûyî erka xwe ya li hemberî penaberan pêk bînin. Divê Tirkiye li gorî peymana Cenevre gavan bavêjin. Statuya penaberan misoger bike û biparêze. Divê Tirkiye û YE li gorî peymana ku îmze kirine gavan bavêjin û paşve şandinê qebûl bikin. Divê rûmeta mirovan nexin bin piyan û hurmetê nîşanî azadî û mafên mirovan ên mirovî bidin. Divê j bo heyet biçin lêkolîn bikin herêma penaberan ji lêkolîn û çavdêriya mafên mirovan û hiqûqnasan re vekin."