AMED - 6 sal û 3 meh cezayê girtîgehê bi îdaya “Endamtiya rêxistinê” li endamê MYK’a ÎHD’ê Prz. Racî Bîlîcî hat birîn.
Danişîna biryarê doza bi îdîaya “endatiya rêxistinê” ya derberê endamê Lejneya Rêveberiya Navîndî ya Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) Prz. Racî Bîlîcî de hat vekirin, li 5’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê hat dîtin.
Bîlîcî û parêzerên wî beşdarî danişînê bûn. Gelek parêzer û parazvanên mafên mirovan danişîn şopandin.
DOZGER CEZA XWEST
Dozger, mutalaya xwe ya berê dabû dubare kir û 7 salan heye 15 salan cezas ji bo Bîlîcî xwest.
‘EZ WEKE PARAZVANÊ MAFÊ MIROVAN BEŞDAR BÛM’
Bîlîcî li dijî mutalaya dozger parastin kir û wiha got: “Min 22 salan mamostetî kir. 3 meh piştî darbeyê ez ji kar hatim dûrxistin û karê min paşve hat dayîn. Ji bo ku parêzertiyê bikim min ji peywira xwe îstîfa kir. Ez niha weke parêzerêkê li pêşberî we me. Bi salên dûr û dirêj min parazvaniya mafê mirovan kir û bi awayekê aftîf xebitîm. Min rêvebertiya ÎHD’ê û Serokatiya Şaxa ÎHD’ê ya Amedê kir. Em weke parazvanên mafên mirovan, binpêkirinên mafan tespît dikin, dikin rapor û di weşînin. Ji bo ku çarek din binpêkirinên mafên mirovan neyîn jiyîn, me hevdîtin bi rayedar û desthilatdariya siyasî kirin. Ji bo ku şer û pevçûn rû nedin, me bi dehan çar hevdîtin bi desthilatdariya siyasî re kir. Ez beraeta xwe dixwazim.”
CEZA DAN BÎLÎCÎ
Şandeya dadgehê piştî parastinên parêzerên Bîlîcî, bi sûcdariya “Endamtiya rêxistinê” 6 sal û 3 meh cezayê girtîgehê li Bîlîcî birî.