RIHA – Li Rihayê parêzer û rêveberên HDP’ê di nav de 10 kes hatin binçavkirin.
Li Rihayê serê sibê zû polîsan bi ser malên gelek parêzer û rêveberên HDP’ê de girt. Polîsan li malan lêgerîn pêk anî û kelûpelên malê serûbin kirin.
Piştî lêgerîna li malan polîsan endamê Meclîsa HDP’ê parêzer Metîn Ozbadem, Hevseroka HDP’a Rihayê ya berê parêzer Sevda Çelîk Ozbîngol, rêveberê berê yê HDP’ê Sedat Çelîk, endamê Meclîsa Şaredariya Siwêregê yê HDP’yî Îbrahîm Ayyildiz, xebatkarê Radyo Karacadag a bi KHK’ê hat girtin Salîh Erbekler û parêzerên bi navê Cemo Tuysuz, Emîn Baran, Huseyîn Îzol, Şeyhmus Înal û Hîdayet Enmek binçav kirin.
Hat zanîn ku parêzer û siyasetmedar bi angaşta “alîkariya rêxistinê kirine” hatine binçavkirin û wan birine Miduriyeta Polîsan a Rihayê.
Hat ragihandin dibe ku hejmara binçavkirinan zêde bibe.
Hat zanîn ku 2 parêzerên li Amedê jî di çarçoveya lêpirsîna li Rihayê de hatine binçavkirin.