AMED – ÇAYKÛR ji bo tercîha kurdan a çayê biguherîne her çiqas di pêşkêşiya Çaya GAP’ê de bi ser neket jî niha jî bi Çaya Mezopotamyayê şansê xwe diceribîne. Kurdên tiryakên çayê ne didin zanîn ku wê ÇAYKÛR nikaribe tercîha wan a çayê biguherîne û ew tu çêjê ji çaya tirk nagirin.
ÇAYKÛR bi armanca guhertina tercîha çaya qaçax ku kurd vedixwin ewilî xwest bi çaya navê wê GAP biguherîne niha jî şansê xwe bi çayek cuda bikar tîne. ÇAYKÛR ji bo dilê kurdan xweş bike bi navê “Çaya Mezopotamya” vê çaya dixwaze derxe piyasê. ÇAYKÛR’ê vê çaya bi navê “Mezopotamya” li bajarê wek Amed, Riha, Dîlok, Dersim, Mêrdîn, Çewlig, Meletî, Êlih, Wan, Xarpêt, Mûş, Colemêrg, Şirnex, Sêrt, Agirî, Bedlîs, Semsûr, Edene, Mêrsîn û Hatayê belav bike û dixwaze tercîha vexwarina çayê biguherîne.
DIXWZIN BI MOTÎFÊN KURDÎ TERCÎHA ÇAYÊ BIGUHERÎNIN
Li van bajarên qala wan hatiye kirin ÇAYKÛR li bîllboardan dest bi nasîna Çaya Mezopotamya kiriye. Di reklamên li Amedê de dirûşma “Wê Amed bibe tiryakê vê çayê” hatiye nivîsîn. ÇAYKÛR’ê li ser pakêtên çayê motîfên xalîçeyên kurdan bikar aniye û li marketan 400 xramê vê çayê bi 17 lîreyan difiroşe. Ji bo ev çay were firotinê bi kurdî jî propaganda xwe bike û dixwaze tiryakên çayê bikişîne cem xwe.
ÇAYA GAP’Ê BI TÊK ÇÛ
Demek jî dewletê xwest bi navê Çaya GAP’ê bike ku kurd dest ji çaya qaçax berdin, lê belê dewlet di vê polîtîkaya xwe de bi ser neket.
Ne gotinên “vexwarina çaya qaçax xayîntiya welat e” yên Waliyê Osmaniyeyê Celalettîn Cerah ê wê serdemê û ne jî polîtîkaya guhertina tercîha çaya kurdan û ne jî sepanên danîn ser çaya qaçax bi ser ketin.
POLÎTÎKA GUHERTINA ÇAYÊ BI SER NEKET
Tiryakên çayê kurd dibêjin ku wê tu polîtîka nikaribe tehm û tercîha wan çayê biguherîne û di wê baweriyê de ne ku dê polîtîkaya rantê ya ÇAYKÛR’ê li ser Çaya Mezopotamya dixwaze berhev bike jî bi ser nekeve.
'ÇAYA TIRK KURMÊ MIN NAŞIKÎNE’
Yek ji tiryakên çayê Abdurrahman Îyîsoylû (66) da zanîn ku ew ji biçûkatiya xwe ve çaya qaçax vedixwe û ev 46 sal in bûye tiryakê çayê. Îyîsoylû got rojê herî kêm 30 îskan çayê vedixwe. Îyîsoylû anî ziman ku çaya tirk kurmê wî naşikîne û got: “Çaya tirk tu tehmê nade min. Vexwarina wê nexweş e. Ne mimkin e ez çaya xwe biguherînim. Ez tercîha çaya qaçax naguherînim.”
'EZ ÇÊJÊ JI ÇAYA RÎZEYÊ NAGIRIM’
Welatiyê bi navê Îbrahîm Akay jî destnînaş kir ku 30 sal in bûye tiryakê çayê û ew ê tercîh ango elimandina çaya qaçax neguherîne. Akay got ew ji Amedê ye û her çiqas li Bûrsayê dijî jî çaya qaçax ji Amedê her tim dibe û got: “Çaya bi navê Mezopotmay şûna çaya qaçax nagire. Kes nikare çaya ez hîn bûme bi bide guhertin. Dema carna çaya min qaçax xilas dibe û çaya Rîzeyê vedixwim tu tehmê jê nagirim. Kes dest ji çaya qaçax bernade.”
PIRSA EWIL ‘ÇAYA WE QAÇAX E?’ TÊ KIRIN
Xebatkerek cafeyekê Baran Golcu jî got ew her tim çaya qaçax bikar tîne û tu çêjê ji çaya tirk nagire. Golcu anî ziman ku dema mişteriyên wan tên pirsa wan ewil “çaya we qaçax e?” tê kirin û piştî bersiva “qaçax” dide siparîşên çayê digire. Golcu got di navbera çaya tirk û qaçax de ferqa çêjê-tehmê heye.