AMED - Li Amedê polisan bi ser mal û buroyên parêzeran de girtin û 2 parêzer binçav kirin.
Li Amedê, di çarçoveya lêpirsîneke ku ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Rihayê ve hatibû destpêkirin de polisan bi ser mal û buroyên 4 parêzerên endamên Buroya Amedê de girtin. Piştî lêgerîna li mal û buroyan polisan 2 parêzeran binçav kir. Hat angaştkirin ku lêpirsîn têkildarî hevdîtina parêzeran ên bi muwekîlên wan re hatiye destpêkirin.