STENBOL - Berkîn Elvan ku di çalakiyên Geziyê de hatibû qetilkirin, di 6'emîn salvegera mirina xwe de li ser gora xwe hat bibîranîn. Dayika Elvan Gulsum Elvan serê xwe danî ser kêlika gora kurê xwe û got ku dê îro negirî û serî hilde.
Berkîn Elvan, di sala 2013'an de dema çalakiyên Geziyê, li semta Okmeydanê ya navçeya Şîşlî ya Stenbolê bi kapsûleke gazê ku ji aliyê polisekî ve hatibû avêtin birîndar bûbû. Piştî ku 269 rojan di qomayê de mabû di 11'ê adara 2014'an de jiyana xwe ji dest dabû. Berkîn Elvan, di 6'emîn salvegera mirina xwe de li Goristana Ferîkoy a Şîşliyê hat bibîranîn. Malbata Elvan, parlamenterên HDP'ê Huda Kaya û Ahmet Şik, Seroka Rêxistina CHP'ê ya Stenbolê Canan Kaftancioglû, Seroka Giştî ya EMEP'ê Selma Gurkan, Hevserokê ESP'ê Şahîn Tumuklu jî di nav de gelek kes tevlî bîranînê bûn. Beriya bîranîne polisan goristanê dorpêç kir û kesên ku hatin bîranînê di lêgerînê re derbas kir.
Di bîranînê de Dayika Elvan Gulsum Elvan gelek xemgîn bû û serê xwe danî ser kêlika gora kurê xwe û ev tişt got: "Kurê min, wê dayika te îro negirî. Îro ne roja girî ye. Wê dayika te serî hilde. Ez birçiyê te û edaletê me." li ser gotinên Elvan hemû kesên li goristanê xemgîn bûn. Elvan piştre bal kişand ser mudaxalelirina polisan a endamên Grûp Yorûmê yên di greva birçîbûnê de û têkildaî mijarê ev tişt anîn ziman: "Dîsa barbariya xwe nîşan dane. Lê bêhêziya xwe derxistine holê. Ew tenê dixwazin hunera xwe saz bikin, tiştekî din naxwazin. Em birçiyê edaletê ne. Em hemû bi hev re tevlî daneşîna roja 18'ê adarê bibin.
Çalakî bi dûrişmeya "Belkîn Elvan nemir e" bi dawî bû.