AMED - Platforma Tenduristiyê ya Amedê li ber Nexweşxaneya Zarokan a Amedê daxuyanî da. Hevserokê Şaxa SES’ê ya Amedê Şîyar Guldîken xwest bi lez dewlet pêşiya tundiyên li ser xebatkarên tenduristiyê bigire.
Platforma Tenduristiyê ya Amedê têkildarî tundiya li dijî xebatkarên tenduristiyê li ber Nexweşxaneya Zarokan a Amedê daxuyanî dan çapemeniyê. Odeya Bijîşkan, Şaxa SES'ê. Komeleya Pisporan a Xizmeta Civakî û Însiyatîfa Psîkologan a Mezopotamyayê beşdarî daxuyaniyê bûn. Nûnerên KESK, TMMOB jî piştgirî dan wan. Xizmetkarên tenduristiyê di daxuyaniyê de pankartên "Êdî Bes e", "Bila di qada tendurisyê de jî qanûna li dijî tundiyê derkeve" vekirin. Hevserokê Şaxa SES’ê ya Amedê Şiyar Guldîken û Serokê Odeya Tabîban Şerîf Demîr daxuyanî xwendin. Ewil Hevserokê SES’ê Şiyar Guldîken, der barê tundiya di qada tenduristiyê de wiha got: “Em Her roj rastî tundiyê tên. Çavkaniya tundiyê ne xebatkar in, polîtîkayên hikûmetê ne. Ji ber van polîtîka û şertên tenduristiyê, di navbera gel û xebatkarên tenduristiyê alozî derdikeve.
Guldîken, bibîr xist ku hefteya borî du hemşîre rastî tundiyê hatin û got: “6‘ê Adarê de hevalên me yên serwîza lezgîn Reyhan Guneş û Umut Yanik, rastî tundiya malbatên nexweşan hatin. Lê Muduriyeta Tenduristiyê xwest herdu alî hev efo bikin û ser mijarê bigirin. Em vê yekê qebûl nakin."
Serokê Odeya Tabîban Şerîf Demîr jî têkildarî tundiya li ser xebatkarên tenduristêyê de wiha got: "Em kedkarên tenduristiyê di nêzîkî Roja Cejna TIP’ê de rastî tundiya herî qirêj tên. Di meha dawî de nêzî 60-70 buyerên tundiyê pêk hatin. Me heya niha li ber xwe da. Ji îro û şûnde jî emê li ber xwe bidin."
Demîr herî dawî bal kişand ser qanûnên ji bo pêşîgirtina tundiyê û ev tişt got: "Di nav qanûnê cihanê yên giştî yên tenduristiyê de ji bo nexweşekî 20 deqe tê veqetandin. Lê li welatê me tenê deqeyek ji nexweşan re tê veqetandin. Bila ev qanûnên xerab bi lez bên guhertin."
Çalakî bi dirûşmeya “Bêdeng nebin. Hûn bêdeng bimînin dor wê bê we jî" bi dawî bû.