AMED - Malbatên li pêşiya HDP'ê bi hev ketin û malbata polisekî kon terk kir û çalakiya xwe bi dawî kir.
Duh di navbera malbatên ku bi hinceta zarokên wan şandine serê çiya, li ber Avahiya HDP'ê ya Amedê çalakiya rûniştinê li dar dixin de, şer derket. Şer di navbera dayik û bavê Mustafa Bîçer ku tê angaştkirin ji aliyê HPG'ê ve hatiye revandin û dayik û bavê polis Vedat Kaya ku li navçeya Licê ji aliyê HPG'ê ve hatibû desteserkirin de derket. Nîqaşa ku di bin kon de dest pê kir paşê wergeriya şerê bi kursiyan. Sedem şer nehat hînbûn. Piştî ku polis ketin navberê şer bi dawî bû. Lê Malbata Kaya bertek nîşanî Malbata Bîçer da û kon terk kirin. Li gel hemû hewldana polisan a qanihkirinê jî malbata Kaya çalakiya xwe bi dawî kir û îro nehat pêşiya HDP'ê.
ŞIMIK LI SER POLIS KET
Malbatên ku ji şerê di navbera xwe de encamek bi dest nexistin êrîşî avahiya HDP'ê kirin. Ji nav malbatan kesek şimika piya xwe avêt rêveberekî HDP'ê ku xwest bikeve avahiya HDP'ê. Lê şimik li şûna rêveberê HDP'ê li serê poliseke jin ket. Ji ber derba şimikê eniya polisê soromoro bû.