STENBOL – Koordînasyona Newrozê ya Stenbolê bi civînek çapemeniyê starta pîrozbahiya Newroza li Stenbolê da û diyar kir ku ew ê di 22’ê Adarê de li Meydana Yenîkapi Newrozê pîroz bikin û ew li bendê ne milyonek kes beşdarî pîrozbahiyê bibe.
Koordînasyona Newrozê ya Stenbolê bi boneya Newroza dê bi dirûşma “Demokrasî, edlaet û azadî” were lidarxistin li Navenda Giştî ya Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) civîna çapemeniyê li dar xist. Hevberdevka HDK’ê ya Stenbolê Gûrbet Aydogdû, Hevserokên Rêxistina HDP’ê ya Stenbolê Erdal Avci û Elîf Bûlût û pêkhateyên HDK’ê beşdarî civînê bûn.
Li salona civînê pankartên “Em agirê Newrozê geş bikin û faşîzmê têk bibin” û “Ji bo Azadî, Yekitî û Demokrasî Werin Newrozê, Bijî Newroz, Milyonek kes werin Newroza Stenbolê” daliqandin.
Hat ragihandin dê Newroza Stenbolê di 22’ê Adarê de li Meydana Yenîkapiyê were pîrozkirin.
‘NEWROZ BERXWEDANA LI DIJÎ ZILMÊ YE’
Hevberdevka HDK’a Stenbolê Gûrbet Aydogdû daxuyanî xwend û diyar kir ku Newroz ji bo gelên Anatoliyê û Mezopotamyayê ji nûve şiyarbûn e û cejnek qedîm a hezarê salan e. Aydogdû got Newroz navê berxwedan û têkoşîna li dijî zilma serdestan e û cejna gelan e. Aydogdû anî ziman ku ji her demê bêtir agirê Newrozê geş dibe û got: “Navê vî agirê Newrozê, Şoreşa Rojava ye. Newroz berxwedana li dijî zilmê ye û bilindkirina têkoşîna azadî û demokrasiyê ye. Li dijî kedxwarî û mêtingeriyê em bang li gelê xwe dikin ku beşdarî Newroza li Yenîkapiyê bibin.”
HEDEF MILYONEK BEŞDARÎ YE
Hevserokê Rêxistina HDP’a Stenbolê Erdal Avci jî da zanîn ku ew bi hemû pêkhate û rêxistinên civakî yên sivîl re di nava amadekariyên pîrzobahiyek mezin de ne û got: “Li dijî polîtîkayên faşîzma AKP-MHP’ê em gelê xwe vedixwînin berxwedana Newrozê û em li bendê ne ku milyonek însan beşdarî pîrozbahiyê bibin.”