STENBOL - Wezîrê Tenduristiyê Fahrettin Koca daxuyanî da û aşkere kir ku li Tirkiye kesek bi nexweşiya vîrûsa Corona ketiye. Rêveberê Odeya Tabîban a Stenbolê Dr. Osman Ozturk, diyar kir ku testên li ser ve nexweşiyê têne kirin bi sînor in û xwest wezîr xebatên li ser vê meseleyê bi rêxistin û saziyên tenduristiyê re bikin yek.
Wezîrê Tenduristiyê Fahrettin Koca têkildarî Vîrûsa Corona (Kovit 19) daxuyanî da u riyar kir ku li Tirkiye kesek bi nexweşiya vîrûsa corona ketiye. Têkildarî mijarê Rêveberê Odeya Tabîban a Stenbolê Dr. Osman Ozturk, anî ziman ku ev vîrûs li hemû cîhanê belav bûye û wiha got: "Dîtina vê vîrûsê ya li Tirkiyeyê ne tiştekî pir ecêb û awarte ye. Ji xwe li bendê bû ku li Tirkiyeyê bê dîtin. Li hemû cîhanê belav bûye. Li hemû welatê cîhan hatiye dîtin. Li gorî wezareta Tenduristiyê vîrûs li ser kesekî hat dîtin. Bi gumanek mezin li ser gelek kesên din jî heye. Heta niha li hemû cîhanê hebû, tenê li Tirkiyeyê tune bû. Bi awayekî zanistî ji ne pêkan bû ku heta dawî li Tirrkiyeyê neyê dîtin."
Dr. Ozturk, anî ziman ku testên ji bo vê nexweşiyê li ser kesan tên kirin pir bi sînor in û wiha axivî: "Divê test bên zêdekirin. Divê wezîr têkildarî vê mijarê bi me re di nava hevkariyekê de xebatê dibike. Em li qadê ne û em ji nêzîk ve mijarê dişopînin. Divê bi mere di nava dan û stendinê de be. Me bi awayekî lez Lijneya Zanistê ava kir. Hevalên me yên hêja li wir in. Testên tên kirin bi sinor in. Divê test bêtir bên kirin. Heta niha ji bo vîrûs neyê Tirkiyeyê tedbîr dihatin girtin."
Ozturk, anî ziman ku der barê nexweşên vîrusê de niha agahî di destê wan de tune û wiha got: "Li laboratuvara wezaretê tê kirin. Divê ew bi awayekî fermî aşkere bikin. Tê îdîakirin ku nexweşên bi vê vîrûsê li malê tên dermankirin.
Niha agahiyek şênber di destê me de tune ye. Niha tenê wezaretê daxuyanî da ku nexweşek bi vîrûsa corona heye. Lê ji xwe li welatên cihanê ev vîrûs hatiye tespîtkirin. Li cîhanê ji sedî 80-85 li ser piyan tên dermankirin.
Ozturk, xwest wezaret karê xwe bi rêxistinên tenduristiyê re parve bike û bi hevre xebatê pêş bixin.