AMED - Ketin û derketina servîsa lezgîn a Nexweşxaneya Perwerdê û Lêkolînê ya Gazî Yaşargîl, bi gumana kesek ji ber vîrûsa korona girtin tedawiyê, hat girtin.
Kesek ji ber gazinca zêdebûna germa laş hat Nexweşxaneya Perwerdê û Lêkolînê ya Gazî Yaşargîl a Amedê. Ev kes bi gumana vîrûsa Korona (Kovîd-19) girtin tedawiyê. Ji ber vê yekê ketin û derketina servîsa beşa lezgîn ji nexweşan hat girtin.
Xebatkarên tenduristiyê, diyar kirin ku zêdebûna germa laşê vî kesî kêm bûye û li gorî encamên testên hatine girtin wê derkeve holê ka ev kes bi vîrûsa korona ketiye yan na.