MÊRSIN - 11 girtiyên ji Girtîgeha Tîpa T a Tarsûsê, sewqî Girtîgeha Tîpa T a Aksarayê hatin kirin, di rê de û li girtîgehê hatin derpkirin. Hat diyar kirin ku girtiyên nehatin dermankirin, avêtin hucreyan.
11 girtî di 28'ê Sibatê de ji Girtîgeha Girtî ya Tîpa T a Tarsûsê sewqî Girtîgeha Tîpa T a Aksarayê hatin kirin. Hat diyar kirin ku hem di dema sewqê de û hemû jî li girtîgehê girtî rastî îşkence hatin û hestiyên wan hatine şikandin.
'HESTIYÊN WAN ŞIKANDIN'
Bişar Bîlen ku êşkence lê hat kirin di 6'ê Adarê de dema bi birayê xwe Alî Bîlen re li girtîgehê hevdîtin kir, behsa êşkenceyê kir. Alî Bîlen got dema ku birayê wî sewk kirin li wan dane, dijûn li wan kirin û êşkence li wan kirin. Êşkenceya li Girtîgeha Aksarayê jî wiha vegot: ''Roja pêşî qerdiyanan ji wan xwestiye dema ku girtiyan dihijmêrin rabin ser piyan. Ji bo ku girtiyan ev qebûl nekirine li wan dane. Piştî êşkenceyê hem hestiyên birayê min û hem jî yên girtiyên din şikandine. Dest û milê birayê min şikandine. Ew nebirine revîrê jî. Hemû kirine hicreyê. Nahêlin ku bi hevalên xwe re bidin û bistînin. Ji hevalên xwe ti agahiyê nastîne.''