AMED – Nûnerên partî û tevgerên kurd ên li Amedê di starta Newrozê de axivîn diyar kirin ku Newroza 2020’an xwedî girîngiyek dîrokî û serdemî ye û gotin: “Heke kurd dixwazin yekîtî û bihevrebûnê dixwazin nîşan bidin, vaye meydana yekîtiyê meydana Newrozê ye.”
Li Amedê bi beşdariya hevserok, hevberdevk û nunerên Kongreya Civaka Demokratîk (KCD), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK), Tevgera Jinên Azad (TJA), Partiya Azadî, Komeleya Şoreşgerên Demokratîk a Kurd (DDKD), Partiya Însan û Azadî (PÎA), Partîya Komunîsta Kurdistan (KKP), Platforma Demokratên Kurdistanê (PDK-Bakûr) û parlamenterên HDP'ê civîna starta Newroza 2020’an li otelek navçeya Sûra Amedê birêve birin.
Piştî xwendina metna hevpar a deklarasyona Newrozê nûnerên partî û tevgeran axivîn.
AŞÎTÎ: NEWROZ REMZA AZADIYÊ YE
Serokê Giştî yê Partiya Azadî Ayetullah Aşîtî: Newroz remzeya azadiyê ye. Newroz li dijî zilmê keleha berxwedanê ye. Newroz edalet û wekhevî ye.
GUVEN: NEWROZ QÎRÎNEK E
Hevseroka KCD’ê Leyla Guven: Newroz qêrînek e. Newroz di heman demê de mizgînî û berxwedanê ye. Newroz ji bo kurdan referandûm e. Daxwazên kurdan dikarin li qadê Newrozê werin dîtin. Gelê kurd azadî û statûyê daxwaz dike. Gelê kurd êdî koletiyê qebûl nake. Her roja ku diçe tifaqa kurdan mezintir dibe. Em tifaqa Bakurê Kurdistanê carek din dixwazin di Newrozê de tifaqa xwe bidin nîşandan. Ji ber vê yekê Newroza 2020’an gelek girîng e. Ez hêvî dikim ku wê Newroza îsal bibe wesîleya azadiya gelê kurd, girtiyên azadiyê û azadiya birêz Abdullah Ocalan. Ji ber vê yekê em dixwazin ji bo gelê kurd daxwazên xwe yên statû û azadiyê li qada Newrozê qîr bikin werin gel hev.
BÛLDAN: AMED ŞAHIDÊ NEWROZA 2013'AN E
Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Bûldan: Newroza 2020’an di warê dîrokî û serdemî de Newrozek gelek girîng e. Newroza 2020’an di serdemek ku şer gûr dibe, tecrît dewam dike, bêhiqûq her roj zêdetir dibin, tundî berbelav dibe pêk tê. Ji ber vê yekê gelek girîng e. Meydana Amedê şahidê Newroza 2013’an e. Di Newroza 2013’an de nameya destpêkirina pêvajoya çareseriyê ya Birêz Ocalan hat xwendin. Newrozek girîng bû. Heke peyama Ocalan nehata piştguhkirin dê îro li Tirkiyê û Rojhilata Navîn krîzên heyî pêk nehatana.
PEYAMÊN OCALAN
Heke ruhê Newroza 2013’an nehata xerakirin wê Tirkiyek, Sûriyek û Rojhilatek Navîn a demokratîk pêk bihata. Ez carek din dixwazim bêjim hêj ne dereng e. Birêz Ocalan li Girava Îmraliyê hêj di heman astê de ye û peyaman belav dike. Peyamên piştgiriya ji bo çareseriya Tirkiyê, Sûriyê û Rojhilata Navîn dişîne. Em dixwazin Newrozek ku bi ruhê pêvajoyek demokratîk dixwazin pêk were û bibe wesîleya vê yekê.
YEKÎTIYA KURDAN Û NEWROZ
Ev Newroz ji vî aliyî ve gelek girîng e. Em ê Newroza 2020’an a ku gelê kurd yekîtî û bihevrebûna xwe nîşan bide pêk bînin. Wê Newroza peyama ji bo yekîtî û bihevrebûna kurdan were li dar xistin. Wê li her deverê Newroz were pîrozkirin. Heke kurd dixwazin yekîtî û bihevrebûnê dixwazin nîşan bidin, vaye meydana yekîtiyê meydana Newrozê ye.”
SANCAR: YEKITÎ DERIYÊN NÛ VEBIKE
Hevserokê Giştî yê HDP'ê Mîthat Sancar, diyar kir ku di navbera şer û aştiyê de ne û wiha got: "Ya wê bikevin nav şerekî ku bi deh salan bidome yan jî wê aştiyeke adil û mayînde pêk were. Li Rojhilata Navîn şertê destpêkê yê aştiyeke adil û mayîn de nasîna mafên gelê kurd e. Ji bo vê yekê jî Newroz bûye firsend û derfetek. Newroz ji aliyê gelek gelan ve tê pîrozkirin lê ji bo kurdan wateyeke wê ya taybet heye. De aştî bi daxwaza gelan pêk were. Ji bo vê yekê jî yekitiya kurdan girîng e. Heke kurd neyên gel hev ne pêkan e ku di vê mijarê de bi serkevin. Nêzbûna kurdan şert e. Bi nêzbûna kurdan re dê deriyên nû vebibin. Yekitiye kurdan ne li dijî gelên din divê bi gelên din re be."
ŞENOGLÛ: WÊ GEL BERSIVA PÊWÎST BIDIN DEHAQAN
Hevberdevkê HDK'ê Sedat Şenoglû, diyar kir ku dikarin bi Newrozê serkeftina aştiyê ya li dijî şer bidine destpêkirin û wiha got: "Em li dijî xîzaniyê dikarin nêrîna azadiyê bi Newrozê bidine destpêkirin. Em bi Newrozê dikarin vana têk bibin. Wê gelê di Newrozan de bersiva pêwîst bide Dehaqan. Em Cejna Newrozê ya hemû gelên xwe pîroz dikin."
ÇÎFTYUREK: EM BERSIV ESAD Û ERDOGAN BIDIN
Serokê Giştî yê KKP'ê Sînan Çiftyurek, da zanîn ku timik yekitî û Newroz girîng e û wiha got: "Çima yekitî û Newroz girîng e. Dewlet maf û nirxên kurdan qebûl nake. Em ê di Newrozê de bersiva Esad û Erdogan bidin."
AYDENÎZ: QADA NEWROZÊ BÛYE QADA YEKITIYÊ
Hevseroka Giştî ya DBP'ê Salîha Aydenîz, bi lêv kir ku kurdan hemû gotinên xwe yên têkildarî azadî, ziman û statuya xwe li qadên Newrozê anîne ziman û ev tişt got: "Wê di vê Newrozê de dîsa van daxwazên xwe bînin ziman û dengê xwe ji bo yekitiyê bilind bikin. Qadên Newrozê ji bo kurdan bûna qadên yekitiyê. Ji bo yekitî û statuya kurdan divê em biherikin qadên Newrozê. Em bang li herkesî dikin ku li dijî tundî û qirkirina çandî berê xwe bidin qadên Newrozê."
GOKKAN: BÊYÎ YEKÎTIYÊ PÊŞVEÇÛN ÇÊNABE
Berdevka Giştî ya TJA'yê Ayşe Gokkan, di destpêka axaftina xwe de Hevseroka Partiya Pêşerojê ya Sûriyeyê Hevrîn Xelef ku dema êrîşên Tirkiyeyê yên li ser Grê Spî û Serêkaniyê ji aliyê komên girêdayî Tirkiyeyê ve hatibû kuştin, bi bîr anî. Gokkan, diyar kir ku bangî hemû beşên civakê dikin û got ku heta yekîtî çênebe dê pêşveçûn çênebe û ji ber vê yekê em ê li qada Newrozê bibêjin an yekitî yan yekitî.
SERLÊDAN BÊ KIRIN
Hevseroka Giştî ya HDP'ê Pervîn Buldan, li ser pirsa rojnamegeran a têkildarî gumana betalkirina Newrozê ya ji ber vîrusa koroneyê ev tişt got: "Serlêdan îro tê kirin. Vîrusa koroneyê hemû Cîhanê eleqedar dike. Di rojên pêş de çawa bibe em nizanin. Em hêvî dikin ku bêyî ku mirov jiyana xwe ji dest bidin bê derbaskirin. Di rewşeke nebaş de em ê bernameya xwe di ber çav re derbas bikin."
Civîn bi govend gerandina beşdaran bi dawî bû.