AMED – Danişîna doza Rojnameger Yusuf Karataş a bi hinceta tev li xebatên KCD'ê bûne bi îdîaya “Endamtiya rêxistinê" tê darizandin hat dîtin. Dozger der barê Karataş de heta 15 salan ceza xwest.
Danişîna doza Nivîskarê Rojnameya Evrenselê û Endamê MYK'ê yê EMEP'ê Yusuf Karataş li 9'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê hat dîtin. Bi hinceta Karataş tev li civîna Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) bûye der barê wî de bi îdîaya "Rêxistin ava kiriye û bi rêve biriye" doz hatibû vekirin. Danişîna doza Karataş îro hat dîtin. Parêzerên wî Diren Elif Vurgun û nûnerê TGS'ê yê Amedê Mahmut Oral li salonê amade bûn. Di danişînê de dozger xwest Karataş di navbera 7.5 sal û 15 salan de bê cezakirin.
Parêzera Karataş Diren Vurgun, anî ziman ku qeydên deng ne aydî Karataş in û deng baş nehatiye nivîsin û xwest qedexeya derketina dervê welat a der barê Karataş bê rakirin. Vurgun xwest ji bo parastinê dem bê dayîn. Li ser vê yekê heyeta dadgehê doz taloqî 4'ê Gulanê kir.