SILÊMANÎ - Mafnas û Lêkolîner Aram Hacî peyama Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan nirxand û got: “Birêz Ocalan di peyama xwe de balê dikşîne ser xwe rêxisinkirinkirina civakê û avakirina hêzekî laîq. Daxwaza xwe rêxistinkirina civakê û xurtkirina têkoşînê ji me dike”
Malbata Ocalan û girtiyên li Îmraliyê di 2'ê Adarê de çûn Îmraliyê û hevditin pêk anîn. Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan dîsa xwest gelê Kurd û rêxistinên civakî, demokratîk û muxalif xwe xurt bikin. Têkildarê peyamên Ocalan Mafnas û Lêkolîner Aram Hacî ji Ajansa ROJNEWS'ê re axivî. Aram Hacî diyar kir ku Ocalan di peyama xwe de balê dikşîne ser xwe rêxistinkirina civakê û wiha got: “Birêz Ocalan di peyama xwe de daxwaza xwe rêxistinkirina civakê û xurtkirina têkoşînê ji me dike. Ji dilopên baranê coyên avê çêdibin û diherikin, piştre dibin robar û ji robaran jî golên avê pêktê. Armanc ji vê mînakê ewe ku bi xwe rêxistinkirina civakê dikare hêzek laîq were avakirin û bikare di demên pêwîst de bibe bersiv.”
Aram Hecî, anî ziman ku Ocalan di hevdîtina xwe de gelek behsa xwe bihêzkirinê dike û ji Mihemed Ocalan bi xwe jî dixwaze xebatê bike û got: “Birêz Ocalan ji ber wê yekê ye giringî bi xebata takekesî dide, ji berku li gorî dîtina Ocalan ferdên civakê xwediyê hêzekî ne ku li ser bingehê ehlaqî avabûne û dikarin danûstandinê li gel hemû pirsgirêk û astengiyan de bikin. Hêza wana heye ku danûstandinê li gel astengiyên ku li pêşiya xebata nîştimanî hene bikin.”
'DIVÊ KURD BIBIN PIYÊ SÊYEMÎN'
Aram Hacî, bal kişand ser peyamên Ocalan ên li ser rola Kurdan û wiha got: "Ocalan dixwaze Kurd bibin lingê sêyem. Hikûmeta AKP’ê nêzîkahiyek ne ehlaqane dike, pêwîste hêzek were avakirin piştî nemana AKP’ê Kurd têde aktorek xurt bin ku bikarin parastina maf û azadiyên xwe yên netewî û demokrasiyê bikin. Ocalan vê yekê wek xalek girîng û pêwîst ji bo vê qonaxê bi nav dike. Ew fikra ku ew eşkere dike, mebesta wî ji hêza siyasî ya hakimiyet û hêza muxalefeta Tirkiyeyê ye. Li gorî wî ya dikare vê astengiyê çareser bike xeta sêyemîne ku xetek tenduriste. Eger hemû hêz, aliyên siyasî yên Tirkiyeyê, Kurd û Kurdistanî di warê demokrasî û siyasî, bername û plan de hev negirin, dibe ku nekarin vî rola bilîzin."
Mafnas û Lêkolîner Aram Hacî herî dawî got; ”Birêz Ocalan bi hestpêkirinek temam qala vê xwerêxistinkirinê dike. Berpirsyartiya tak û hemû çînên Tirkiyeyê dizane. Tenê li se stûyê Kurdan nabîne. Herî dawî, tenê ne mijar ne pirsgirêka Kurde. Lewma Birêz Ocalan ku qala tiştekê dike, qala wan hemû berpirsyariyane dike ku dikeve li ser milê tevahiya çînan.”