Starta Newroza 2020'an hat dayîn: Ji bo Azadî, Yekîtî û Demokrasiyê Werin Newrozê

img

AMED  - Bi beşdariya Hevserokên Giştî yên HDP'ê Pervîn Bûldan û Mîthat Sancar li navçeya Sûrê, bi civîneke çapameniye starta pîrozbahiyê Newrozê hat dayîn. Di civînê de banga tevlîbûna Cejna Newrozê hat kirin.

Li Amedê bi beşdariya hevserok, hevberdevk û nunerên partî û tevgerên kurd starta pîrozbahiya Newroza 2020'an bi civînek çapemeniyê hat dayîn. Civîn bi beşdariya Hevserokên Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Leyla Guven û Berdan Ozturk, Hevserokên Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Salîha Aydenîz û Keskîn Bayindir, Hevserokên Giştî yên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Pervîn Bûldan û Mîthat Sancar, Hevberdevkên Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) Îdîl Ûgûrlû û Sedat Şenoglû, Berdevka Tevgera Jinên Azad (TJA) Ayşe Gokkan, Serokê Giştî yê Partiya Azadî Ayetûllah Aştî, nûnerên Komeleya Şoreşgerên Demokratîk a Kurd (DDKD), Serokê Giştî yê Partiya Însan û Azadî (PÎA) Mehmet Kamaç, Serokê Giştî yê Partîya Komunîsta Kurdistan (KKP) Sînan Çîftyurek, Nûnerê Platforma Demokratên Kurdistanê (PDK-Bakûr) Bora Balîn û parlamenterên HDP'ê beşdarî civîna starta Newrozê bûn. Civîn li Otêla Demîr a navçeya Sûrê ya Amedê pêk hat û pankartên "Bi Rûhê Newrozê Yekîtiya Neteweyî" û "Ji bo Azadî, Yekîtî û Demokrasiyê Werin Newrozê" hatin daliqandin. Di civinê de metneke hevpar ku hatibû amadekirin bi kurdî û tirkî hat xwendin. Metne kurdî ji aliyê Serokê Giştî yê PÎA'yê Mehmet Kamaç û metna tirkî jî ji aliyê Hevserokê KCD'ê Berdan Ozturk ve hat xwendin.
 
Metna hevpar a ji aliyê Kamaç ve hat xwendin wiha ye:
 
"Erdnîgariya Kurdistanê, li gel şerê bi hezaran salan, qetlîam û koçberkirinê bi saya hilberîna axa xwe ya bi bereket malovanî ji gelan, baweriyan û çandan re kiriye. Gelê kurd ê qedîm bi hezaran sal in ku li ser vê erdnîgariyê dijî, bi serdeman e bi gelên cîran re di nava aşitiyê de jiyaye, destwerdanî tu ziman û çandan nekiriye, çav berî axa kesî nedaye, bi rûmetdarî jiyana xwe berdewam kiriye.
 
Li hêlekê vê axa dîrok zilm û qetlîam, li hêla din jî daîma kevneşopiya berxwedanê pêşketiye. Gelê kurd li hemberî zaliman di warê berxwedanê de bûye hêza pêşeng, bi salan e li hemberî Dehaqên zalim, Kawayên berxwedêr afirandiye (derxistiye).
 
Gelê Kurd bi hezaran salan e ji bo mezinkirina berxwedanê her sal di 21'ê adarê de vê rojê wekî cejna ji nûve zayînê, nûjenbûn, berxwedan û hêviyê pîroz dike. Agirê Newrozê ji bo Kurdan bûye sembola, berxwedan û paqijiyê.
 
Gelê Kurd dê îsal jî li hemberî zilm, pêkûtî, înkarkirin, îmhakirin û girtinan ji bo bibe dengê aşitî, biratî, azadî û wekheviyê dê dakeve kolan û qadan. Ji bo jiyanekî çawa? Û daxwazên xwe yên rewa bîne zimên û biryarbûna xwe ya têkoşînê nîşanî hemû raya giştî ya cîhanê bide dê bi tevlîbûna mîlyonên ku dîlanê digirin dê agirê Newrozê geş bikin. Kurd dê careke din li hemberî yekperestiya ku li gelan tê ferzkirin, Ji Amedê heta Mahabadê, ji Hewlêrê heta Kobanê bi gelên cîran re biqêre ku wekhevî, azadî û pirdengî ne bê îmkane.
 
Em îsal jî di bin siya şer, xizanî û bêçareseriyê de Newrozê pîroz dikin. Bi ruhê Newroza ku li hemberî zilma dîrokî û redkirina newekheviyê vejiyaye, îro jî li dijî şer, bêedaletî û polîtîkayên înkarkirinê gotina me heye.
 
Di Newroza ku dê bi mîlyonan kes dakevin qadan de;
Em dê nîşan bidin ku daxwazên siyasî yên gelê Kurd ne mijara bazariyê ya hêzên şer e. Ji bo avakirina jiyana di nava aşitiyek bi rûmet, wekhev û azad em dê hemû qadên jiyanê bi rêxistin bikin. Em dê jiyana axatî û koletiyê ya ku li ser me tê ferzkirin teqez qebûl nekin. Bi vê munasebetê em ê banga piştevaniyê li tevahî Raya Giştî ya Navnetewî û dostên xwe bikin,
 
Ji bo aşitiya Rojhilata Navîn em dê bang li tevahî gelên cîhanê bikin ku li hemberî şerên hegomon ên tê kûrkirin dengê xwe bilind bikin. Em ê ji bo neheqî û bêhiqûqiyên li hemberî girtiyên dîl hatine girtin, brêz Abdullah Ocalan ê ku 21 sale di bin tecrîda giran de ye, girtiyên nexweş û hemû girtiyên siyasî azadiyê biqêrin.
 
Em dê jin, ciwan û kalepîr ji bo daxwazên jinan ên azadî û jiyana hevpar ku bi berxwedana xwe hêz dane me û berxwedanê nîşanî me dane biqêrin.
 
Li hemberî sermiyedarkirina av, çem, daristan û bajarên xwe, em dê li dijî hilweşandina dorhêl û texrîbatên li xwezaya ku ji qadên me yên jiyanê pêk tên bêjin raweste.
Em dê daxwaza xwe ya; cîhana ku tê de mirov ji birçîna întixar nakin, ji bo hûnandina jiyana wekhev û mirovî ku tê de mêtingerî tunebe biqêrin.
 
Em dê di serî de daxwaza rakirina astengiyên li pêş siyaseta demokratîk, rêveberiyek wekhev, azad û adilane biqirin.
 
Dê Newroza 2020'an bibe platforma ku, gelê Kurd tê de bi coş û kelecanek mezin daxwazên xwe yên siyasî biqêre. Em di serî de gelê xwe, hemû dostên xwe, rêxistinên saziyên sivîl, jin, ciwan û rêxistinên xweza û dorhêlparêzan dawetî pîrozbahiya Newroza 2020'an dikin.
 
Ji hemû deman bêhtir em nêzî azadiyê ne!
Û bawerî, biryarbûn û hêviya me ji ya hemû deman bi hêztir e.!
Bi ruhê yekîtiya Netewî û ber bi aşitiyek bi rûmet ve
Em dê bi serkevin, Teqez em dê bi serkevin...
 
BIJÎ NEWROZ
JI BO AZADÎ, YEKRÊZÎ, YEKITÎ, EDALET Û DEMOKRASIYÊ WERIN NEWROZÊ"
 
Piştî xwendina metna hevpar, nûnerên partî û tevgeran derbarê wate û girîngiya Newrozê de diaxivin...
 
 

Sernavên din

13/03/2020
13:34 Li Êlihê, pîrozbahiyên Newrozê yên li taxan hatin betalkirin
13:30 TJA: Hemû girtiyan berdin
12:29 Wezîr Şaredarê CHP'î yê Ceyhanê ji peyvirê girt
12:04 Ji bo betalkirina Newroza Amedê serî li walîtiyê dan
11:55 Parêzer, parlamenter û gardiyan di binçavan de ne
11:34 Berdevka HDP'ê Ebrû Gunay: Em ê ruhê Newrozê bibin qada 1'ê Gulanê
11:31 Li Wanê bertek nîşanî binçavkirina parêzeran dan
10:38 Platforma Jinê ya Elewiyên Îzmîrê ji bo wekheviyê têdikoşe
10:37 Doç. Dr. Saglam: Divê bi lez avahiyên li Wanê bên kontrolkirin
10:05 Kesê astengdarê zîhnî dayika xwe kuşt
09:47 Girtiyê felç bi hinceta 'Ji bo civakê talûke ye' bernadin
09:38 Kesek din ê bi vîrûsa korona ketî hat tespîtkirin
09:11 LaWje ji bo piştgiriya Şanoya Bajêr konser da
09:10 Ji ber krîzê esnafên Çarşiya Turîstîkê tu karî nakin
09:09 'Dixwazin ser bûyera tecawizê ya li Pêrtagê bigirin'
09:09 Deriyê Xabûrê hat girtin, li qada TIR'an tevdîr nayên girtin
09:08 Polîs wêneyên kesên ku diçin komeleya zimanê kurdî digirin
09:00 'Gava distrêm derd û xemên xwe ji bîr dikim'
09:00 4 sal derbas bûn lê hêj cenazeyên kesên li Nisêbînê jiyana xwe ji dest dan li goristana bêkesan e
09:00 Midûrê Girtîgeha Aksarayê: Serokwezîr û serokomarê vira ez im!
09:00 ROJEVA 13'Ê ADARA 2020'AN
12/03/2020
23:09 Piştî 96 rojan cenazeyê Eryilmazê spartin axê
17:25 Mîtîngên Newroza îsal hatin betalkirin
16:57 Kesê ji bo cenazeyê bavê xwe hat Tirkiyeyê hat binçavkirin
16:20 HDP: Hûn nikarin lêgerîna parêzeran a ji bo edaletê asteng bikin
16:16 Rêxistinên tenduristiyê dê bi wezîr Koca re hevdîtinê bikin
16:07 3 ciwanên HDP’î hatin berdan
16:00 Li Beştepeyê civîna vîrusa koronayê
15:53 HDP ji bo ‘Vîrûsa Corona' kom bû: Dê biryara Newrozê aşkere bike
15:51 Polîsê Abdullah Comert kuşt hat girtin
14:47 Yek ji bersûcên doza Hrant Dînk sîxurê teqawît hat înfazkirin
14:29 Êrîşî avahiya HDP’ê ya Keçîorenê kirin
14:25 Parêzer ji bo biçin Îmraliyê serî li dozgeriyê dan
14:06 Banga ji bo Newroza Edeneyê
13:55 Rêxistinên Hiqûqê: Herêma penaberan ji saziyên mafên mirovan re vekin
13:43 TUAY-DER: Divê tecrîdkirina birêz Ocalan demildest were bidawîkirin
13:42 Bertek nîşanî binçavkirina parêzeran dan: Parastin nikare bê bêdengkirin
13:20 Wezîr Koca hevdîtina xwe ya bi rêxistinên tenduristiyê re betal kir
13:10 ‘Serhildana Qamişlo rastiya rejîma şovenîst aşkere kir'
12:55 Li Colemêrgê 12 herêm heta dawiya salê hatin qedexekirin
12:51 Ji bo endamê MYK'a ÎHD'ê Racî Bîlîcî 6 sal 3 meh cezayê girtîgehê birîn
12:50 HRW ji Îranê xwest girtiyên siyasî jî berdin
12:32 SOHR: Baregeha Heşdî Şabî hat bombekirin
12:00 Ji bo Newroza Amedê serlêdan hat kirin
11:39 Dr. Gungor: Navendên testa vîrûsê kêm in
11:10 Ji hesabê hackkirî yê parlamenterê HDP'ê fezleke amade kirin
11:00 Guney: Qeyrana kurevî derbasî asta duyemîn bû
10:50 Li Rihayê parêzer û siyasetmedar hatin binçavkirin
10:38 Partiyên kurd: Divê em bi rihê yekitiya neteweyî biherikin Newrozê
10:30 ÇAYKÛR ji bo tercîha çayê ya kurdan biguherîne ketiye nava hewldanan
10:16 'Duh kontra-gerîlla bû îro DAİŞ e'
09:52 Polisan li Amedê 2 parêzer binçav kir
09:06 Girtina deriyê sînor pişta wan şikand
09:05 Dadgehê got rêveberiya HDP'î mafdar e
09:00 ROJEVA 12'Ê ADARA 2020'AN
08:28 Hevşaredara Cizîrê Kûtlû hat binçavkirin
11/03/2020
20:55 WHO vîrûsa corona nexweşiya kurevî ilan kir
16:54 Berkîn Elvan li ser gora xwe hat bibîranîn: Em birçiyê edaletê ne
16:23 ‘Bi lez rê li pêş tundiya ser xebatkarên tenduristiyê bigirin’
16:09 Malbatên li pêşiya HDP'ê şer kirin
15:45 Mîtînga Spî ji ber vîrûsa Corona betal kirin
15:28 Malbata Mizrakli ziyaret kirin: Ev dewran wiha naçe
14:40 Karsazê ku karker tacîz kiribû 3 sal ceza xwar
14:35 Koordînasyona Newroza Stenbolê: Hedef milyonek beşdarî ye
14:34 YOK ji bo vîrûsa korona civiya
14:33 Konsera ji bo piştgiriya Grup Yorumê hat qedexekirin
14:27 Dr. Ozturk: Divê wezîr ji bo vîrûsa Corona bi rêxistinên tenduristiyê re hevkariyê bike
14:23 Servîsa lezgîn bi gumana vîrusa korona hat girtin
14:04 Girtiyên îşkence kirin, avêtin hucreyê
13:54 ‘Cihê yekîtiyê meydana Newrozê ye'
13:47 Dozger ji bo rojnameger Karataş 15 sal ceza xwest
13:19 Rovî bû sedeme mirina 44 mîhan
13:19 Danişîna doza Hevşaredarên Pasûrê taloq kirin
12:40 Hacî: Ocalan dixwaza rêxistina civakî xurt bikin
12:17 Li Mêrdînê bernameya Newrozê hat aşkerekirin
12:09 Şahidê darbeya 12'ê Adarê Çelen: Divê em li dijî darbeyan bibin yek
11:55 TEV-DEM'ê Komkojiya Qamilo şermezar kir
11:47 Starta Newroza 2020'an hat dayîn: Ji bo Azadî, Yekîtî û Demokrasiyê Werin Newrozê
11:30 Serpêhatiya rêwîtiya cenazeyekê
11:21 Gergerlîoglû: Heke bergirî neyên girtin dê vîrusa koronayê li girtîgehan berbelav bibe
11:09 Polîsan bi zorê Gokçek û Bolek ên di rojiya mirinê de ji malê derxistin
10:56 'Heke Qamişlo wê çaxê li ber xwe nedabûya wê îro Rojava nebûya'
10:32 Ji ber ku tacîza li hemberî aşkera kir sirgûn bû
10:28 Gulsum Elvan: Jiyan bi vê êşê pir zore
10:27 Adar hat bihar hat
10:05 Li Êlihê Mala Dengbêjan ji nûve hat vekirin
09:53 Vîrûsa Corona belav dibe: Li Tirkiye jî hat dîtin
09:14 Sari: Wê gel dîsa bajarê xwe bi rê ve bibe
09:13 'Baxê Îrem' ji Weşanên Darayê derket
09:13 'Bêhna qenalîzasyonê ji girtîgehê tê'
09:13 Jinên daketin qadan: Em hê bêtir nêzî azadiyê ne
09:11 Ji bo mirov biçe vê pêşangehê gere pirtûkan bi xwe re bibe
09:11 Îstinafê ji bo kuştina Tûran ê 16 salî got 'rewa ye'
09:10 Dosyeya hîndekarê ku xwendekarên xwe taciz kiribû şandin YOK'ê
09:00 ROJEVA 11'Ê ADARA 2020'AN
10/03/2020
17:00 Newroz dê bi şîara ‘Ji bo azadî yekîti û demokrasiyê werin Newrozê' bê pîrozkirin
16:47 4 parêzerên ÇHD’î dest bi greva bêdem kirin
16:37 Heyeteke HDP'ê çû serdana herêma erdhejê
16:20 Ji bo Hevşaredarê Sûrê Ozdemîr ceza hat xwestin
16:19 Xizmetkarên tenduristiyê ji bo tevlêbûna Mîtînga Spî bang kirin