AMED - Hevserokê MEBYA-DER’ê Şêxmûs Karadag serpêhatiyên xwe yên bi rêwitiya cenazeyekê vegot. Karadag, diyar kir ku heta cenaze defin kirin li 10 nokteyan hatin rawestandin û dema cenaze defin kirin dîtin ku serê cenaze tune ye û wiha got "Destûr neda em têkevin nava Bazîdê û bi girseyî defin bikin. Me bi 3 kesan cenaze defin kir."
Parêzerê Malbata Kubar Hacîzade piştî 165 rojan cenazeyê Hacîzade ji morga nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdehiyê Yaşargîlê girt û teslîmî rêveberên Komeleya Çand, Piştevanî û Alîkariyê ya Kesên li Dergûşa Şaristaniyê Xizmên Xwe Winda Kirine (MEBYA -DER) kir. Ji ber ku sînorê Îran û Tirkiye girtîbû û malbata Hacîzade nekarîbûn ji Îranê bên Tirkiyeyê, Rêveberên MEBYA-DER'ê bêyî malbat tev li merasima cenaze bibin, cenaze di 6’ê Adarê de navçeya Bazîdê ya Agiriyê defin kirin. Rêveberên MEBYA-DER’ê cenaze di bin dorpêça polîsan de û tenê bi 4 kesan defin kirin. Rêveberên MEBYA-DER'ê ji Amedê heta Bazîdê li 10 nokteyên polîs û eskeran hatin rawestandin û rêya 5 saetan 10 saetan çûn. Hevserokê MEBYA -DER Şêxmûs Karadag derbarê astengiyên li pêş rêwîtî û definkirina cenaze de axivî.
FERMANDARIYA CENDIREYAN: HETA NEBE ŞEV EM CENAZE NADIN
Karadag, diyar kir ku malbata Hacîzade bi hinceta vîrûsa koronayê nekarîbûn derbasî Tirkiyeyê bibin û got: “Ji ber malbat nekarîbûn bên Amedê, parêzerê malbatê bi wekaletê cenaze wergirt. Ji bo em cenaze bibin Bazîdê me û parêzer bi hevre serî li Fermandariya Cendermeyan da. Rayedarên fermandariyê gotin 'Heta nebe şev em cenazeyî nadin.’ Dîsa parêzer çû cem dozger. Dozger got ‘hûn dikarin roj cenazeyî bigirin.’ Pişt re me û parêzer çû ji morga Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdehiyê ya Gazî Yaşargîl cenaze wergirt. Ji bo ku cenaze were şuştin hevalên jin jî bi me re hatin. Peywirdarên morgê ji me re gotin ‘cenaze nayê şuştin, çermê wê hêmû radibe.’ Hevalên jin jî gotin ‘Wê demê em kefen bikin.’ Rayedarên morgê li ser vê yekê, 10 deqîqe şûnde gotin ‘Na me kefen kiriye.’"
‘CENAZE LI 10 NOKTEYAN RAWESTANDIN'
Karadag, anî ziman ku berya cenaze bibin Bazîdê Midûriyeta Polîsan a Amedê ew hişyar kirine ku dirûşmeyan berz nekin û tu alan bi xwe re nebin û wiha axivî: "Em nîvro ketin rê. Em herî kêm li 10 nokteyan rawestandin. Li her nokteyê em 15-20 deqîqeyan rawestandin û nasnameyame di GBT’ê re derbas kirin. Em rêya 5 saetan 10 saetan çûn. Li her nokteyê gef li me xwarin. Dema em gihiştin Bazidê destûr nedan cenaze têkeve nava navçeyê. Her çend me biryara dozgeriyê nîşan da jî destûr nedan em têkevin nava navçeya Bazîdê. Polîsên Bazîdê astingî derxistin û gotin 'Li ku jiyana xwe ji dest daye li wir veşêrin. Em nahêlin hûn bikevin Bazîdê.’ Qederê saetekê em li wê derê sekinandin. Pişt re me parêzer û çapemenî pê hesand. Parêzer dîsa çû serî li dozgeriyê da.”
SERÊ CENAZE TUNE BÛ
Karadag, da zanîn ku rastî gelek astengiyên polîsan hatin û wiha got: “Dema em gihiştin Bazîdê polîsan pêşiya me girtin. Em çawa ji erebeyê pêya bûn, polîsan pêşiya me girt û gotin 'Me got neyên. Hûn çima hatin?' Me jî got em bi biryara dozger hatine. Xwestin cenaze ji me bistînin. Gef li me xwarin. Destûr nedan em têkevin nava bajar. Nêzî 100-120 polîs kom bûbûn û bi kamerayan dikişandin. Piştî me astengî derbas kir xwestin em bi 3 kesan cenaze defin bikin. Em di nava maşîneyên zirxî de birin goristanê û destûr nedan em têkevin nava Bazîdê. Me li ser gorê bi 3 kesan di bin dorpêça polîs û maşîneyên zirxî de cenaze defin kir. Meleyê goristanê li wir bû. Me sê kesan nimêj kir û cenaze defin kir. Dema me defin kir me dît serê cenaze tune ye. Şûna serî tije naylon kiribûn. Piştî definkirina cenaze me xwest li Bazîdê bibînin, lê destûr nedan em li Bazîdê bimînin. Gotin ‘Divê hûn îşev li vî bajarî nesikinin.’ Dema em ji goristanê derketin hevalên me yên Erdîş û Bazîdê ji hatibûn dervê goristanê rawestiyabûn. Destûr nedan tev li merasimê bibin.
‘TEHAMULÎ ME NAKIN'
Karadag, destnîşan kir ku di cenazeyê Erhan Olçen de jî heman astengî derxistibûn û wiha bi dawî kir: “Di hêla fermiyetê de li gor rêziknameya komeleyê mafê me heye ku em cenazeya bigirin. Wê demê jî rêveberên MEBYA-DER’ê ji morgê derxistin. Bavê Olçen rêveberê komeleya me ye. Tehamulî me nakin. Rêziknameya me li gorî Destûra Bingehîn hatiye amadekirin. Lê qebûl nakin. Ji MEBYA-DER’ê ditirsin. Çil sal e têkoşînek tê meşandin. Polîtîkaya tunekirinê li ser me kurdan dimeşînin. Gelê kurd, çil sal in serî natewîn e.”