STENBOL - Polîsan, duh bi şev bi ser mala endamên Koma Yorum Îbrahîm Gokçek û Helîn Bolek ên 260 rojin di rojiya mirinê de ne, girtin, her du çalakger bi zorê ji malê derxistin û bi ambulansan rakirin Nexweşxaneya Perwerdê û Lêkolînê ya Umraniyê.
Endamên Koma Yorum Îbrahîn Gokçek û Helîn Bolek ên ji ber zext û astengiyan di girtîgehê de dest bi çalakiya rojiya mirinê kirin, piştî hatin berdan li mala xwe ya li Sariyer a Stenbolê çalakiya xwe dewam kirin. Polîsan duh bi şev bi ser “Mala Berxwedanê” ya Bolek û Gokçek lê diman de girtin.
Polîsên ku ambûlans bi xwe re anîbûn, Gokçek û Bolek ên 260 rojin di rojiya mirinê de, bi zorê ji malê derxistin û bi xwe re birin. Polîsan tu agahî nedan malbat û parêzeran.
Di dema serdegirtinê, polîs ketin Mala Cemê ya Kuçuk Armûtlû jî, derî û pençereyên mala cemê şakandin.
Malbat û parêzerên Gokçek û Bolek ên nekarîn agahî bigirin ku ka wan bi ku de birin, ketin nava hewldanan. Di encama helwdana malbat û parêzeran de, derket holê ku polîsan Gokçek û Bolek birine Nexweşxaneya Perwerdê û Lêkolînê ya Umraniyê.
Hat diyar kirin ku helwdana mudaxilekirina Gokçek û Bolek, wê li ber Mala Berxwendê bê şermezar kirin.