QAMIŞLO – Li Qamişlo di pêşbaziyek futbolê de hêzên rejîma Baas êrişî xelkê kiribû û di Komkujiya Qamişlo de 37 welatî hatibûn qetilkirin. 16 sal bi ser komkujiyê de derbas bû. Malbatên qurbaniyan dibêjin ‘Me wê rojê li ber xwe nedabûya wê îro Rojava nebûya. Wek wê rojê em li ber xwe didin.”
Li bajarê Qamişlo di 12’ê Adara 2004’an de di pêşbaziyek futbolê de hêzên rejîma Sûriyê ango Baas’ê êrişî xelkê kiribûn û di encama Komkujiyê de 37 welatî hatibûn qetilkirin û gelek kes birîndar bûbûn. Navê vê bûyerê wek Komkujiya Qamişlo di nava dîrokê de cihê xwe girt. 16 sal bi ser Komkujiyê de derbas bû. Piştî êrişê serhildanê li Qamişlo dest pê kir û li tevahiya herêmê belav bû. Bi rasthatina salvegera Komkujiyê xizmên qurbaniyan ji ajansa me Mezopotamyayê re axivîn.
HÊZÊN REJÎMÊ LI XELKÊ GULE DIREŞÎNIN
Baran Kawî yê di maça tîma El Cîhad a Qamişlo û tîma El-Futwa ya Dêra Zorê de birayê wî jiyana xwe ji dest da diyar kir ku li seranserî Qamişlo êrişî xelkê hat kirin. Kawî da zanîn ku birayê wî Sîwan ji bo li maçê temaşe bike çûye stadê û di encama êrişên leşkerên rejîmê de birîndar bûye. Kawî diyar kir ku bi dijwariya êrişên rejîmê re gel li tevahiya Qamişlo rabû ser pêya û got: “Birayê min di êrişê de bi giranî birîndar bû û 13 roj li nexweşxaneyê hat dermankirin. Lê tevî hemû dermankirinê jî nehat rizgarkirin û jiyana xwe ji dest da.”
‘HATIBÛN ŞER’
Kawî anî ziman ku alîgirên tîma Dêra Zorê bi amadekariyên êrişê hatibûn pêşbaziyê û got: “Nehatibûn maçê hatibûn şer. Alîgirên Dêra Zorê bi armanca şer derxistinê hatibûn Qamişlo. Hêzên rejîmê alîgirên Dêra Zorê parastin û êrişî xelkê Qamişlo kirin.”
‘REJÎM TIRSIYA’
Kawî da zanîn ku êrişên rejîmê yên wê demê hindik be jî guhertinek ji bo kurdan bi xwe re anî û rejîm ji yekîtiya kurdan tirsiya. Kawî got bi boneya kurdan xwe kir yek rejîm neçar ma paş ve gav biavêjin û ev yek bû sedema bidestxistina destkeftiyên kurdan.
‘EM WEK WAN ROJAN LI BER XWE DIDIN’
Alya Seyîd Sîrac a 69 salî ku lawê wê di êrişan de jiyana xwe ji dest da wiha qala wan rojan kir: “Wê rojê serê sibê pir min hembêz kir. Navê wî Ciwan bû. Wê rojê mêvanên me hebûn. Min xwarin amade dikir. Xeber ji me re hat gotin biraziyê min birîndar bûye. Em çûn Nexweşxaneya Fermanê û min kurê xwe beriya biraziyê xwe dît. Min nizanibû lawê min birîndar bûye. Titşa ku min dît bila tu kes nebîne. Lawê min wek dîna dilerizî. Kekê wî li ber serê wî bû. Lawê min di nava xwînê de mabû. Pişt re min biraziyê xwe dît û ji her du pakê xwe birîndar bûbû. Kurê min 17 roj hat dermankirin. Lê nehat rizgarkirin. Piştî 17 rojan şehîd ket. Wek wê rojê em di nava berxwedanû têkoşînê de ne.”
Sîrac da zanîn ku rewş niha cuda ye, êdî rejîm wek wê demê ne ewqas bi hêz e û got: “‘Me wê rojê li ber xwe nedabûya wê îro Rojava nebûya. Wek wê rojê em li ber xwe didin. Heke me li ber xwe nedabûya wê me qir bikirina. Ew roj nayên jibîrkirin. Wê demê ji destê wan dihat lê niha rewş cuda ye û êdî kurd bi serê xwe hêz in.”
MA / Nazim Daştan