Gulsum Elvan: Jiyan bi vê êşê pir zore

img

STENBOL - Berkîn Elvan ê 15 salî yê di dema çalakiyên berxwedana Geziyê de hat kuştin di 6’emîn salvegeera kuştina xwe de tê bi bîranîn. Dayik Gulsum Elvan, diyar kir ku bi vê êşê jiyana zor û got: “Ezê hesap ji qatilan bipirsim.” Bav Samî Elvan jî, anî ziman ji bo ku Ugur û Berkînên din nemirin, têkoşîna edaletê pir girînge. 

Di berxwedana Geziyê ya bi çalakiyên şermezarkirina xebatên înşaeta Qişle ya Topçû yên di 17’ê Gulana 2013’an li Stenbolê dest pê kir de, polîsan bi fîşek û bombeyên gazê 12 kes kuştin. Di çalakiyan de nêzî 10 hezar kes birîndar bûn û 31 kesan bi fîşekên gazê yên polîsan çavê wan kor bûn. Bi dehan kes hatin binçavkirin û girtin. Lê hemû dozên hatin vekirin, bi beraetê bi encam bûn. Berxwedana Gezî ku nêzî 2 mehan dewam kir, mora xwe li dîroka Tirkiyeyê xist.  
 
Yek ji kesên di bûyeran de bi guleya polîsan jiyana xwe ji dest da Berkîn Elvan ê 14 salî bû. Elvan di 16'ê Hezirana 2013'an de li Semta Okmeydani ya Stenbolê dema ji mala xwe çû nan ji firinê bistîne polîsên ku mudaxaleyî çalakiyê kirin, bi guleya plastikê Elvan bi giranî birîndar kirin. Elvan li Nexweşxaneya Perwerdehiye ya Okmeydani piştî 269'an li ber xwe da, di 11'e adara 2014’an de jiyana xwe ji dest da. 6 sal di ser kuştina Elvan re derbas bûn.
 
BERKÎN SÛCDAR HAT DÎTIN 
 
Dagehê di dosyeya Berkîn Elvan de, piştî 6 salan, yekem car biryar da ku cihê bûyerê bê keşîfkirin. Miduriyeta Şaxa Lêkolînê ya Cihê Bûyerê ya Fermandariya Leşkerî ya Stenbolê rapor amede kir. Di raporê de asta qisûr a polîsan nehat aşkere kir û Berkîn Elvan bi hinceta ku ‘parastina xwe nekiriye’ bi qisûr hat dîtin. 
 
TÊKOŞÎNA EDALETÊ YA 6 SALIN DIDOME  
 
Di çarçoveya lêpirsîna kuştina Elvan de tenê ifadeya 18 polîsan hat girtin û tenê yek ji van weke faîl hat dîtin. Polîs Fatîh Dalgali yê bersûcê Elvan hîna jî li ser erka xwe ya û Wanê peywira xwe dewam dike. Bersûc Dalgalî, her tim bi SEGBÎS’ê beşdanişînê bû. 17’emîn danişîna Berkîn Elvan di 18’ê Adara 2020’an de wê li Edliya Çagalayan a Stenbolê bê dîtin. 
 
ODEYA BERKÎN HÎNA WEKE XWE DIMÎNE
 
Malbat, mîna her salê wê îsal jî, di 6’emîn kuştina Berkîn Elvan de wê wî li ser gora wî ya li Goristaina Ferîkoy bibîr bîne. Em çûn serdana malbata Berkîn û me derbarê têkoşîna wan a edaletê ya ku ev 7 salin dewam dikin de, axivî. Di malê de tişta herî balkêş, odeya Berkîn hîna weke xwe dimîne bû. Kesekê destên xwe nedane amûrên wî. Di odeya Berkîn de kincên nû kirîn, lê hîna li xwe nekirine hene. Dîsa telefona wî, pirtûkên wî yên dersê, kincên wî û hemû amûrên wî li cihê xwe dimîn in. Di odeya Berkîn de wêneyên wî yên hatine xêzkirin,  wêneyên wî yên hatine girtin û xelatên girtine hene. 
 
‘EM BI ÊŞA ZAROKÊ XWE DIJÎN’
 
Dayik Gulsum Elvan, derbarê salvegera kuştina kurê xwe de axivî û wiha got: “Aliyekê min bê Berkîn tim kême. Ez bi êşa zarokê xwe dijîm. Ev pir zore. Êdî cihê gotinê re nemaye. Kesên ku lawê min kuştin jiyana xwe dewam dikin. Di dosyeya wî de tenê kesek weke bersûc nîşan dan. Lê ez nafikirim ku kesekê tenê lawê min kuştibe. Ji kesên ku gotin, ‘min ferman da’ heya kesên li cihê bûyerê hemû berpirsê kuştina lawê min in. Ez tenê bi wî kesî îqna nabim.” 
 
‘DIVÊ QATIL BÊN DARIZANDIAN’
 
Dayika Elvan, da zanîn ku ev 6 salan di korîdorên edliyê de têkoşîna edaletê dide û wiha bilêv kir: “Her ku ez diçim edliyê, ez bi hesta polîtîkayên ne cezakirinê diçim. Ji ber vê yekê tu hêviyên min çênabin. Gelo heya niha kîjan qatil cezakirin ku qatilê kurê min jî ceza bikin? Dema ez diçim edliyê weke ku îşkenceyê bi min dikin. Ez lareş kirim. Hin caran tehemilê min namîne ji dadgehê derdikevim. Gelek caran ez vê pirsê ji xwe dikim. Çi karê te di dadgeha ku edalet lê tuneye de heye? Lê ji bo ku qatilên lawê min bên darizandin, tişta ji destê min were ezê bikim. Ezê hesabê ji qatilên kurê xwe bipirsim.”
 
‘DEWLETA NIKARE ZAROKAN BIPARÊZE SÛCDARE’
 
Dayika Elvan, bi van gotinan dawî li axaftina xwe anî: “Lawê min kuştin. Weke ku ev yek ne bes be, ‘terorîst’ înlan kirin. Piştî 6 salan cihê bûyerê keşîf kirin. Lê di rapora keşfê de jî, em sûcdar hatin dîtin. Zarok derket derve û ji bo ku nekarî xwe biparêze, em sûcdar kirin. Dewleta ku nikare zarokan biparêze sûcdare. Di qanûnên dewletê de heye. Divê heya 18 salî jî zarokan biparêze. Ma min ev qanûn derxistiye. Li gorî qanûnê zarok dibin parastina dewletê dene. Di 18’ê Adarê de wê 17’emîn danişîna lawê min bê dîtin. Ji bo edaletê ez banga tevlîbûnê li her kesî dikim.”
 
‘POLÎTÎKAYÊN NE CEZAKIRINÊ ZAROKÊN ME QETÎL DIKE’
 
Bavê Berkîn Samî Elvan jî, dest nîşan kir ku di nava 7 salan de edalet bi cih ne anîn û wiha got: “Pêşketine biçûk jî tuneye. Birîna me hîna weke roja dest pê kê nû ye. Li gel vê jî hêviya min heye. Ez her tim dibêjim. Ger qatilên Ugur û Ceylan bihatan darizandin, wê îro Berkîn nehat kuştin. Polîtîkayên ne cezakirinê, zarokên me qetil dike û ev rewş hîna jî dewam dike.” 
 
‘JI BO EDALETÊ EM TÊBIKOŞÎN’
 
Bavê Elvan, diyar kir ku ew dizanin dê lawê wan paşve nevegere û wiha dawî li axafgina xwe anî: “Lê ji bo edalet pêk were, em dikarin tiştekê bikin. Em ê di warê hiqûqî de têkoşîna xwe dewam bikin. Em baş dizanin ku li ser dosyeyê destek heye. Ceza nadin bersûn. Lê zarokên me dixin bin axê. Ji ber vê yekê doza Berkîn pir girînge. Pêwîstiya me hemûyan bi edaletê heye. Werin em ji bo edaletê têbikoşin.” 
 
MA / Semra Turan - Tolga Guney

Sernavên din

13/03/2020
13:34 Li Êlihê, pîrozbahiyên Newrozê yên li taxan hatin betalkirin
13:30 TJA: Hemû girtiyan berdin
12:29 Wezîr Şaredarê CHP'î yê Ceyhanê ji peyvirê girt
12:04 Ji bo betalkirina Newroza Amedê serî li walîtiyê dan
11:55 Parêzer, parlamenter û gardiyan di binçavan de ne
11:34 Berdevka HDP'ê Ebrû Gunay: Em ê ruhê Newrozê bibin qada 1'ê Gulanê
11:31 Li Wanê bertek nîşanî binçavkirina parêzeran dan
10:38 Platforma Jinê ya Elewiyên Îzmîrê ji bo wekheviyê têdikoşe
10:37 Doç. Dr. Saglam: Divê bi lez avahiyên li Wanê bên kontrolkirin
10:05 Kesê astengdarê zîhnî dayika xwe kuşt
09:47 Girtiyê felç bi hinceta 'Ji bo civakê talûke ye' bernadin
09:38 Kesek din ê bi vîrûsa korona ketî hat tespîtkirin
09:11 LaWje ji bo piştgiriya Şanoya Bajêr konser da
09:10 Ji ber krîzê esnafên Çarşiya Turîstîkê tu karî nakin
09:09 'Dixwazin ser bûyera tecawizê ya li Pêrtagê bigirin'
09:09 Deriyê Xabûrê hat girtin, li qada TIR'an tevdîr nayên girtin
09:08 Polîs wêneyên kesên ku diçin komeleya zimanê kurdî digirin
09:00 'Gava distrêm derd û xemên xwe ji bîr dikim'
09:00 4 sal derbas bûn lê hêj cenazeyên kesên li Nisêbînê jiyana xwe ji dest dan li goristana bêkesan e
09:00 Midûrê Girtîgeha Aksarayê: Serokwezîr û serokomarê vira ez im!
09:00 ROJEVA 13'Ê ADARA 2020'AN
12/03/2020
23:09 Piştî 96 rojan cenazeyê Eryilmazê spartin axê
17:25 Mîtîngên Newroza îsal hatin betalkirin
16:57 Kesê ji bo cenazeyê bavê xwe hat Tirkiyeyê hat binçavkirin
16:20 HDP: Hûn nikarin lêgerîna parêzeran a ji bo edaletê asteng bikin
16:16 Rêxistinên tenduristiyê dê bi wezîr Koca re hevdîtinê bikin
16:07 3 ciwanên HDP’î hatin berdan
16:00 Li Beştepeyê civîna vîrusa koronayê
15:53 HDP ji bo ‘Vîrûsa Corona' kom bû: Dê biryara Newrozê aşkere bike
15:51 Polîsê Abdullah Comert kuşt hat girtin
14:47 Yek ji bersûcên doza Hrant Dînk sîxurê teqawît hat înfazkirin
14:29 Êrîşî avahiya HDP’ê ya Keçîorenê kirin
14:25 Parêzer ji bo biçin Îmraliyê serî li dozgeriyê dan
14:06 Banga ji bo Newroza Edeneyê
13:55 Rêxistinên Hiqûqê: Herêma penaberan ji saziyên mafên mirovan re vekin
13:43 TUAY-DER: Divê tecrîdkirina birêz Ocalan demildest were bidawîkirin
13:42 Bertek nîşanî binçavkirina parêzeran dan: Parastin nikare bê bêdengkirin
13:20 Wezîr Koca hevdîtina xwe ya bi rêxistinên tenduristiyê re betal kir
13:10 ‘Serhildana Qamişlo rastiya rejîma şovenîst aşkere kir'
12:55 Li Colemêrgê 12 herêm heta dawiya salê hatin qedexekirin
12:51 Ji bo endamê MYK'a ÎHD'ê Racî Bîlîcî 6 sal 3 meh cezayê girtîgehê birîn
12:50 HRW ji Îranê xwest girtiyên siyasî jî berdin
12:32 SOHR: Baregeha Heşdî Şabî hat bombekirin
12:00 Ji bo Newroza Amedê serlêdan hat kirin
11:39 Dr. Gungor: Navendên testa vîrûsê kêm in
11:10 Ji hesabê hackkirî yê parlamenterê HDP'ê fezleke amade kirin
11:00 Guney: Qeyrana kurevî derbasî asta duyemîn bû
10:50 Li Rihayê parêzer û siyasetmedar hatin binçavkirin
10:38 Partiyên kurd: Divê em bi rihê yekitiya neteweyî biherikin Newrozê
10:30 ÇAYKÛR ji bo tercîha çayê ya kurdan biguherîne ketiye nava hewldanan
10:16 'Duh kontra-gerîlla bû îro DAİŞ e'
09:52 Polisan li Amedê 2 parêzer binçav kir
09:06 Girtina deriyê sînor pişta wan şikand
09:05 Dadgehê got rêveberiya HDP'î mafdar e
09:00 ROJEVA 12'Ê ADARA 2020'AN
08:28 Hevşaredara Cizîrê Kûtlû hat binçavkirin
11/03/2020
20:55 WHO vîrûsa corona nexweşiya kurevî ilan kir
16:54 Berkîn Elvan li ser gora xwe hat bibîranîn: Em birçiyê edaletê ne
16:23 ‘Bi lez rê li pêş tundiya ser xebatkarên tenduristiyê bigirin’
16:09 Malbatên li pêşiya HDP'ê şer kirin
15:45 Mîtînga Spî ji ber vîrûsa Corona betal kirin
15:28 Malbata Mizrakli ziyaret kirin: Ev dewran wiha naçe
14:40 Karsazê ku karker tacîz kiribû 3 sal ceza xwar
14:35 Koordînasyona Newroza Stenbolê: Hedef milyonek beşdarî ye
14:34 YOK ji bo vîrûsa korona civiya
14:33 Konsera ji bo piştgiriya Grup Yorumê hat qedexekirin
14:27 Dr. Ozturk: Divê wezîr ji bo vîrûsa Corona bi rêxistinên tenduristiyê re hevkariyê bike
14:23 Servîsa lezgîn bi gumana vîrusa korona hat girtin
14:04 Girtiyên îşkence kirin, avêtin hucreyê
13:54 ‘Cihê yekîtiyê meydana Newrozê ye'
13:47 Dozger ji bo rojnameger Karataş 15 sal ceza xwest
13:19 Rovî bû sedeme mirina 44 mîhan
13:19 Danişîna doza Hevşaredarên Pasûrê taloq kirin
12:40 Hacî: Ocalan dixwaza rêxistina civakî xurt bikin
12:17 Li Mêrdînê bernameya Newrozê hat aşkerekirin
12:09 Şahidê darbeya 12'ê Adarê Çelen: Divê em li dijî darbeyan bibin yek
11:55 TEV-DEM'ê Komkojiya Qamilo şermezar kir
11:47 Starta Newroza 2020'an hat dayîn: Ji bo Azadî, Yekîtî û Demokrasiyê Werin Newrozê
11:30 Serpêhatiya rêwîtiya cenazeyekê
11:21 Gergerlîoglû: Heke bergirî neyên girtin dê vîrusa koronayê li girtîgehan berbelav bibe
11:09 Polîsan bi zorê Gokçek û Bolek ên di rojiya mirinê de ji malê derxistin
10:56 'Heke Qamişlo wê çaxê li ber xwe nedabûya wê îro Rojava nebûya'
10:32 Ji ber ku tacîza li hemberî aşkera kir sirgûn bû
10:28 Gulsum Elvan: Jiyan bi vê êşê pir zore
10:27 Adar hat bihar hat
10:05 Li Êlihê Mala Dengbêjan ji nûve hat vekirin
09:53 Vîrûsa Corona belav dibe: Li Tirkiye jî hat dîtin
09:14 Sari: Wê gel dîsa bajarê xwe bi rê ve bibe
09:13 'Baxê Îrem' ji Weşanên Darayê derket
09:13 'Bêhna qenalîzasyonê ji girtîgehê tê'
09:13 Jinên daketin qadan: Em hê bêtir nêzî azadiyê ne
09:11 Ji bo mirov biçe vê pêşangehê gere pirtûkan bi xwe re bibe
09:11 Îstinafê ji bo kuştina Tûran ê 16 salî got 'rewa ye'
09:10 Dosyeya hîndekarê ku xwendekarên xwe taciz kiribû şandin YOK'ê
09:00 ROJEVA 11'Ê ADARA 2020'AN
10/03/2020
17:00 Newroz dê bi şîara ‘Ji bo azadî yekîti û demokrasiyê werin Newrozê' bê pîrozkirin
16:47 4 parêzerên ÇHD’î dest bi greva bêdem kirin
16:37 Heyeteke HDP'ê çû serdana herêma erdhejê
16:20 Ji bo Hevşaredarê Sûrê Ozdemîr ceza hat xwestin
16:19 Xizmetkarên tenduristiyê ji bo tevlêbûna Mîtînga Spî bang kirin