EDENE - Berfîn Dogan ku li Girtîgeha Jinan a Tarsûsê girtî ye, diyar kir ku bêhna qenalîzasyonê ji girtîgehê tê û ji bo helkirina vê pirsgirêkê jî tiştek nayê kirin.
Berfîn Dogan ku li Girtîgeha Jinan a Tarsûsê girtî ye, di hevdîtina vekirî de, binpêkirinên mafan ên li girtîgehê bi serdêrê xwe Bayram Ektîren re parve kir. Ektîren, diyar kir ku li girtîgehê bi awayekî sîstematîk zext û zorî hene.
Ektîren, anî ziman ku li qawîşa 14 kesan tenê xwarina 6 kesan tê dayîn û got, Berfîn Doganê jê re gotiye: "Bêhna qenalîzasyonê ji girtîgehê tê. Ji bo vê me gelek daxwazname nivîsandin, lê hê jî tiştek nehatiye kirin. Ji bo vê em û gardiyanan tim dikevin qirika hev. Lê gardiyan ji bo em proveke bikin tev digerin. Dixwazin derûniya me xirab bikin."
Ektîren, anî ziman ku di dema hevdîtinê de ew jî bi pêkanînên kêfî re rû bi rû dimînin û got, li girtîgehan zext û zoriyên dijwar li ser girtiyan hene. Ektîren, got: "Ceza li ser ceza li hevalên me dibirin. Dixwazin bi ferzkirinên kêfî û derûnî vîna wan bişkînin û wan teslîm bigirin. Li Girtîgeha Turkoglû ya Jimare 1 a Mereşê jî mafên hevalên me tên binpêkirin. Em dixwazin ev pêkanînên derî mirovahiyê bi dawî bibin."