WAN - Ji ber xwendekar taciz kiribûn der barê Hîndekarê Fakulteya Îlahiyatê ya Zanîngeha Yuzuncî Yil a Wanê Prof. Dr. Şakîr Gozutok de lêpirsîn hatibû destpêkirin. Lêpirsîna hatibû destpêkirin, bi "nepeywirdariyê" bi dawî bû û dosye ji YOK'ê re hat şandin.
Piştî derketibû holê Hîndekarê Fakulteya Îlahiyatê ya Zanîngeha Yuzuncî Yil a Wanê Prof. Dr. Şakîr Gozutok xwendekar taciz kirine, Serdozgeriya Komarê ya Wanê der barê Gozutok de lêpirsîn dabû destpêkirin. Lê belê lêpirsîna hatibû destpêkirin bi "nepeywirdariyê" bi dawî bû û dozgeriyê dosye ji YOK'ê re şand û xwest lêpirsîna îdarî bê destpêkirin. Her wiha Rektoriya Zanîngeha Wanê jî cezayê dîsîplînê li Gozutok biriye.
Dozgeriyê ji bo biryara ku daye diyar kiriye ku peywirdarên cemaweriyê yên li saziyên hînkariya bilind derî darizandina karmenda ne û loma dosye ji YOK'ê re şandiye.
Gava bûyera tacizê derketibû holê Gozutok 45 roj destûr xwestibû û hat hînbûn ku 3 meh derbas bûne lê belê hê jî Goztuke dest bi karê xwe nekiriye.