WAN - Heyetea HDP'ê, çu serdana taxên ku erdhejê xesareke mezin daye wan û mexdûrên erdhejê guhdar kir.
Hevserokê HDP'ê yê Wanê Okkeş Kava, Hevşaredarê Wanê Mûstafa Avci ku qeyûm tayînî şûna wî hat kirin, hevşaredarên Elbakê Şengul Polat û Erkan Acar ku qeyûm tayînî şûna wan hatin kirin û endamên meclisên şaredariyên HDP'ê serdana herêma erdhejê kirin. Heyet, li gundên Elbîs, Elezî, Qaşqol û Bogrupek ku erdhejê xesareke mezin daye wan bi mexdûrên erdhejê re hat gel hev û pirsgirêkên mezdûran guhdar kir.