STENBOL - Gerînendeyê Giştî yê Rojnameya Yenî Yaşamê Mehmet Ferhat Çelik bi navbeynkariya parêzerên xwe peyam şand û got: “Ji ber sedemên siyasî biryara girtina me hat dayîn. Dadgerê ez girtim jî, di danişînê de bi nêzîkatiyên hişk bi ser mubaşîran de qîr dikir û wisan xuya dikir ku dibin zextekê deye.”
Gerînendeyê Gişti yê Rojnameya Yenî Yaşamê Mehmet Ferhat Çelik û Midûrê Karên Nivîsan Aydin Keser ên ji ber nûçeyên leşkerên li Lîbyayê jiyana xwe ji dest dan di rojnameyê de weşandin, di 6’ê Adarê de li edliyê îfade dabûn û serbest hatibûn berdan.
Çelîk û Keser ên li ser îtîraza dozger dîsa hatibin binçavkirin, bi îdîaya “Agahî û belgeyên têkildarî xebatên îstîxbaratê aşkere kirin” di 8’ê Adarê hatibûn girtin. Çelik û Keser ên ji aliyê 5’emîn Dadgeha Cezayê Sûlh a Stenbolê ve hatin girtin, birin Girtîgeha Sergirtî ya Hejmar 9 a Sîlîvriyê. Çelîk ê hevdîtin bi parêzesrên xwe re kir, da zanîn ku ji ber sedemên siyasî hatin girtin û biryara darbarê wan de hat dayîn ne hiqûqiye.
‘BI QASÎ MISQALEKÊ JÎ GUMANA MIN TUNEYE’
Çelîk, di nişeya bi navbeynkariya parêzeran re şand de wiha got: “Ez ji hemû hevalan re heskirin û silavê xwe yên gerîm dişînim. Di dîroka me ya çapemeniyê ya 30 salan de, girtina min nabe beramberî faîlên kiryar ne diyar, bombekirin, îşkence kirin û bi dehan sal girtinan.
Gelek ji me dosyeyên lêpirsînê dîtine. Pir aşkereye ku biryara girtina me ji ber sedemên siyasî û ne hiqûqî hatiye dayîn. Rewş wisan bû ku dadgerê ez girtim jî, di danişînê de bi nêzîkatiyên hişk bi ser mubaşîran de qîr dikir û wisan xuya dikir ku dibin zextekê mezin deye. Destê xwe li maseyan dida û ji ber du telefonên jê re hatin ji salona dadgehê derket. Ez pir başim. Niha em tenê dimînin. Ez bawerim wê me di demek nêz de bikin qawîşan. Hûn min dizanîn, min her tim digot ev desthilatdariya ceberut ber bi çûyînê ye. Bi qasî misqalekê jî gumana min ji vê baweriya min tuneye. Baweriya min heye ku hûn jî di rastiya çapemeniya azad de dest bi nivîsandina heqîqetê bernedin. Di demek herî nêz de, bi hêviyên hevdîtinê."