AMED - Malbata Mazlum Dag ê li Hewlerê ji ber kuştina dîplomatê erkdar Osman Kose hat girtin û cezayê dervekirinê lêhat birîn bertek nîşanî biryara darvekirinê da û xwest cezayê darvekirinê bê betalkirin.
Di 17'ê Tîrmeha 2019'an de li paytexta Kurdistana Federe Hewlêrê peywirdarê Serkonsulxaneya Tirkiyeyê ya Hewlêrê Osman Kose û 3 kesên din hatibûn kuştin. Ji ber vê Mazlûm Dag û Mûhammed Beşîksîz di 10'ê Sibata 2020'an de li 2'yemîn Dadgeha Cezayê Hewlêrê hatibûn darizandin û dadgehê cezayê darvekirinê li her duyan birîbû. Dadgehê li kesekî jî salek û li 3 kesan jî 2 sal ceza birîbû. Malbata Mazlum Dag li dijî cezayê darvekirinê li avahiya Partiya Heremên Demokratîk (DBP) ya Amedê civîna çapemeniyê li dar xist. Dayik û bavê Mazlûm Dag Kudret û Zekî Dag beşdarî daxuyaniyê bûn.
'JI BO CEZAYÊ DANE CIWANÊN KURD ŞERME'
Dest pê kê dayika Mazlum Dag, Kudret Dag axivî. Dag, diyar kir ku piştî pênc mehan bi kurê xwe re hevdîtin pêk anî û wiha got: “Piştî girtina kurê min pênc meh derbas bûn agahî me jê girt û çûn hevdîtina wî. Sê-çar caran em çûn hevdîtînê. Me parêzerek girt wekalet dayê ku biçe bi lawê min re hevdîtinê pêk bîne. Parêzer ev sê carê diçin girtîgehê û tên dibêjin ne li vir e. Ne dihêlin ku bibine ne jî ku wekaletê bide. Em zanin jî ku li wir e. Hefteya derbasbûyî jî telefon kir. Ji ber ku deriyê sînor hatiye girtin ev meheke em nikarin biçin hevdîtinê. Şerme ji wan re ku ev cezaye dane ciwanekî xwe. Kurd in, navê wan kurd e, welatê wan Kurdistan e. Eybe ku ev cezaye dane birayê xwe yê kurd. Em wan şermezar dikin. Ji ber ku kurd in û vî cezayî didin em wan şermezar dikin.”
'BILA ÇAREYEKÊ BIBÎN IN'
Dayika Dag, xwest ku cezayê ji kurê wan re hatî birîn were rakirin û wiha axivî: “Bila rê bidin parêzeran ku wekaletê bide lawê me. Bila cezayê xwe paşve bikşînin. Cezayekî li gor mirovatî û hiqûqê bila bidin. Banga min li çar aliyê Kurdistanê û hemû gelê kurd heye ku li hemberî vê bê deng nemînin. Bila herkes gotinekê bîne ziman û bila wan şermezar bikin. Mirov kurd be birayê hev be vî cezayî bide nexweş e. 7 mehên wî qediyan derxistin dadgehê û cezayê darvekirinê lê birîne. Çawa wicdana wan qebûl kir li ciwanekî xwe cezayê darvekirinê birîne. Welatê wan Kurdistan e eyb nîne ji wan re? Bila çareyekê bibînin wiha nabe. Bila vî cezayî rakin.”
'BILA GELÊ ME LI HEMBERÎ VÊ BIRYARÊ DERKEVE'
Bavê Dag Zekî Dag jî, biryara dadgehê ya derbarê lawê wan de ceza dayî şermezar kir û wiha got: “Em dixwazin gelê me li hemberî vê biryarê derkeve. Eybeke mezine rabin du heb ciwanên kurdan darve bikin. Di nava kurdan de tişteke ne rast e."