AMED - Li navçeyên Licê û Pasûr ên Amedê û navçeya Dara Hênê ya Çewlîkê operasyonên leşkerî hatin destpêkirin.
Di saetên serê sibehê de li gundên Pêçar, Mizag, Xeşederê, Barav û Axtîgan ên di navbera Licê û Pasûr ên Amedê û navçeya Dara Hênê ya Çewlîkê operasyonên leşkerî hatin destpêkirin. Hat hînbûn ku bi destpêkirina operasyonê re ji hewayê ve hin nuqte hatine gulebarankirin. Hat hînbûn ku helîkopterên bi tîpa taarrûz tên bikaranîn û helîkopterên bi tîpa Skorsky jî leşkeran datînin herêmê.
Operasyon berdewam dike.