RIHA - Doza tecawizê ku îstinafê bi hinceta "Kêmasiya ewraqan" ji dadgeha herêmî re şand ji nû ve hat dîtin. Di daneşînê de dozger di mutalaaya xwe de heman ceza xwest.
Li navçeya Siwêrekê ya Rihayê, yekemîn daneşîna doza tecawizê ya A.B (14) ku xalê wê M.Î. û kekê wê M.B. tecawizê wê kiribûn û biryara wê ji îstinafê vegeriyabû, li 1'emîn Dadgeha Cezaya Girana Siwêrekê hat dîtin. Bersûc M.Î. anîbûn daneşînê û bersûc M.B. jî bi SEGBÎS'ê tevlî daneşînê bû. Bersûcan angaşt kir ku îfadeyên wan ên li qereqolê bi zorê hatine girtin û sûcdariyê red kirin û daxwaza tehliyeya xwe kirin.
Parêzerên A.B'yê diyar kirin ku neqebûlkirina bersûcan a îfadeyên xwe yên li qereqolê ji reva sûc e û xwestin ku her du bersûc jî bên cezakirin. Heyeta dadgehê jî diyar kir ku kêmasiyên ku îstinafê destnîşan kiriye û li dosyayê hatine zêdekirin û ji bo mutalaayê mafê axaftinê da dozger. Dozger jî mutalaaya xwe ya berê dubare kir û diyar kir ku tecawiz bi îfadeyên bersûcan sabît e û xwest bersûc bên cezakirin.
Li ser vê yekê parêzeren bersûcan ji bo li dijî mutalaayê parastin bikin dem xwestin. Heyeta Dadgehê piştî navbereke kurt daneşînê taloqî 19'ê Adarê kir.