ENQERE – Seroka 10 Ekîm-Derê Mehtap Sakîncî Coşgûn diyar kir ku ew ê ji bo bîranîna 103 kesên di komkujiya Gara Enqereyê de jiyana xwe ji dest dane 103 daran biçandin û got: “103 canên me wê li meydanan bi me re bijîn.”
Li Enqereyê 103 qurbaniyên di komkujiya mitînga Aştî û Demokrasiyê ya di 10’ê Cotmeha 2015'an de ji aliyê DAIŞ’ê pêk hat û jiyana xwej i dest dan di meha 53’yemîn de li Meydana Garê hatin bibîr anîn. Malbatên qurbaniyan beşdarî bîranînê bûn û wêneyên 103 qurbaniyan hildan û dirûşm berz kirin. Malbatan ji bo bîranînê rêz girtin.
JI BO 103 QURBANIYAN 103 DAR
Seroka Komeleya 10 Ekîmê Mehtap Sakîncî Coşgûn di şexsê 29 jinên di komkujiyê de jiyana xwe ji dest dane 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê li tevahiya jinan pîroz kir. Coşgûn da zanîn ku ew ê ji bo bîranîna 103 qurbaniyan 103 daran li Qada Garê biçandin û got: “Ew ê li vê qadê bijîn. Wê ev komkujî neyê jibîrkirin. Doza komkujiyê didome. Li Tirkiyê doza sûcek mezin tê dîtin.”