Hevserokên Giştî yên DBP'ê: Sebra kurdan nema bila deriyên Îmraliyê vebe

img

AMED - Hevserokên Giştî yên DBP'ê Saliha Aydenîz û Keskin Bayindir, diyar kir ku dê îsal Newrozê bi ruhê yekitiya neteweyî piroz bikin. Hevserokan anî ziman ku sebra kurdan nemaye û xwestin tecrîd bi dawî bibe û gotin: "Ocalan ji bo çareseriyê maseya sê pî pêşniyar kir. Careserî vekirina deriyê Îmraliyê ye." 

Tecrîdkirina mutlaq a Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan her ku diçe giran dibe. Bi tecrîdê krîza aborî, şerê li Tirkiye, Sûriye û Rojhilata Navin jî giran dibe. Kurd di vê pêvajoya ku amadekariya Newrozê dikin de tecrîdkirina Ocalan berdewam dike. Ocalan di 2'ê Adarê de bi rêya birayê xwe Mehmet Ocalan peyam şand û dîsa ji bo çareseriya demokratîk maseya sê pî pêşniyar kir. 
 
Têkildarî tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û amadekariya Newroza 2020'an Hevserokên Giştî yên Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Salîha Aydenîz û Keskîn Bayindir, nirxandin kirin. 
 
Hevseroka Giştî ya HDP'ê Salîha Aydenîz, anî ziman ku di sedsala 21'an de tecrîd didome û wiha got: "Lijneya Ewlehiya Neteweyî (MGK) di sala 2014'an de li dijî gelê Kurd "Plana hilweşinê" xistin meriyetê. Piştî vê yekê di 5'ê Nîsana 2015'an de tecrîda giran dest pê kir. Birêz Ocalan berê jî gotibû 'Hûn demokratîk nebin û xwe zelal nekin, dê pirsgirêka Kurd çareser nebe. Dê mekanîka darbeyê têkeve meriyetê. Ji xwe piştî gavên demokratîk nehatin avêtin di sala 2016'an de hewldana darbeyê peş ket. Li dijî îqtîdarê darbe pêk hat. Ev tecrîd encama pêkanînên dijdemokratîk ên hikûmetê ye. Rê li pêş şer vekir. Israra di tecrîdê de bi xwe re xerakirin, talankirin û wêrankirinê tîne. 
Ocalan ji bo bingeha demokrasiyê xurt bike têdikoşe. Fikra Ocalan ji bo civakê û pêşerojê çareseriya demoratîk a alternatîf e. Îro tecrîd di şexsê Birêz Ocalan de li ser hemû civakê belav bûye. Polîtîka, di israra şer û tecrîdê de xerakirin û hilweşînê pêk tîne."
 
Aydenîz, destnişan kir ku israra di şer de dijminantiya Kurdan nîşan dide û Kurdan tune dihesibîne. Israra di şer de nîşan dide ku îqtîdar têk çûye. Tam di vê pêvajoyê de divê ji bo yekîtiya neteweya demokratîk û Tirkiyeyek demokratîk, çareseriya demokratîk a Kurd divê em bibin yek. Divê ji bo çareseriyê li hev kom bibin. Divê deriyê Îmraliyê vebe. Tecrîda li ser Birêz Ocalan bi dawî bibe. Krîza heyî girêdayî tecrîdê ye. Birêz Ocalan di hevditina dawî ya bi Mehmet Ocalan de ji bo çareseriya demokratîk maseya sê pî pêşniyar kir. Reya jiyana hevpar rakirina tecrîdê ye." 
 
Aydenîz, polîtîkaya li ser penaberan jî rexne kir û wiha got: "Komara Tirkiyeye li ser kodên nijadperestî, yekperestî hatiye avakirin. Di hiqûqa navneteweyî de mafê penaberan heye. Lê li Tirkiyeyê ev maf nayê parastin. Divê Tirkiye mafê penaberan ê stariyê qebûl bike. Lê Tirkiye mafê wan nas nake. Wan wekî keda erzan digire digire dest. Tirkiye ji ber pirsgirêka Kurd di şerê li Idlibê de israr dike. Li Idlibê bi komên çete re kar dike. Wan kom dike û dişîne ser destkeftiyên kurdan. 
 
PARADÎGMAYA OCALAN RUH DA JIYANÊ
 
Hevserokê Giştî yê DBP'ê Keskin Bayindir jî anî ziman ku di pêşengiya Kurdên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de gelan xeta 3’emîn pêş xist û wiha got: "Di pêşengiya Kurdan de têkoşîna bi destan pêş ket. Li Rojhilata Navîn û bi taybetî li ser awa Sûriyeyê Paradigmaya Birêz Ocalan modela alternatif a jiyanê pêş xist. Di pêşengiya kurdan de yekîtiya gelên ereb, suryan, ermen û gelên din pêş ket. Li aliyê din Tirkiye bi taybetî li Sûriyeyê hêza dagirker e. Dixwaze polîtîkayên Neo-Osmanî têxe meriyetê û axa ku di salên 1900’an de winda kiriye dîsa paşve bistîne. " 
 
Bayindir, anî ziman ku piştî Tirkiye xwe ji Idlîbê vekişîne dê Birayên Misilman (Îhvanvanî) bi dawî bibe û û got: "Dewleta Tirk li Idlibê tu encam bi dest nexist. Ger ku bi temamî ji axa Sûriye vekişe dê Birayên Misliman bi dawî bibin. Divê rêxistinên civakî yên demokratîk bertekên xwe zêde bikin. Divê muxalifa demokratîk xurt bikin. Di vê pêvajoyê de bêtir berpirsiyarî dikeve ser milê HDP’ê. Ger ku îqtîdara AKP-MHP'ê xwe ji axa Bakur û Rojhilatê Sûryeyê vekişine dê aştiyê pêş bikeve. Disa CHP li Rojhilata Navîn politîkayên bê bingeh pêş dixe."  
 
'EM Ê NEWROZÊ BI RUHÊ YEKÎTIYA NETEWEYÎ PÎROZ BIKIN'
 
Bayindır, bal kişand ser yekîtiya neteweyî û Newrozê jî û wiha got: "Êm ê îsal Newrozê bi ruhê yekîtiya neteweyî pîroz bikin. Em ê îsal  li her bajarî Newrozê bi ruhê Yekîtiya Neteweyî pîroz bikin. Di vê pêvajoyê de dê nirxên dîrokî û çandî derkevin holê. Divê Ocalan bi rêk û pêk bi malbat û parêzerên xwe re hevdîtin bikin.  Ger ku deriyê Îmraliyê vebe dê çareserî pêş bikeve. Êdî sebra gelê Kurd nemaye. Divê tevrîd bi dawî bibe." 
 
MA / Mehmet Şah Oruç
 
 
 

Sernavên din

10/03/2020
15:11 Ferhat Çelîk: Ji ber sedemên siyasî biryara girtina me hat dayîn
15:03 Dê giliyê dadger û dozgerê ceza dane Mizrakli ji HSK’yê re bikin
14:30 Li Şirnexê 15 herêm heya dawiya salê hatin qedexekirin
14:23 Rêxistinên rojnamegeran berdana rojnamegerên girtî xwestin
14:22 Bûldan: Jin li dijî faşîzm û qirkirinê li ber xwe didin
14:12 Malbata Dag: Bila cezayê darvekirinê bê betalkirin
14:00 Rojnamegeran ji edliyê bang kirin: Gelo ji civakê çi vedişêrin?
13:54 Li Amedê operasyona leşkerî
13:35 Di doza tecawizê ya Siwêrekê ku ji nû ve hat dîtin de heman ceza hat xwestin
13:16 Wê ji bo 103 qurbaniyan 103 dar werin çandin
12:51 Dosyeya girtina duyemîn a Yuksekdag ji bo dadgehê nehat şandin
12:18 Li Cizîrê 2 kes hatin binçavkirin
12:18 Wê Tifaqa Kurdistanî bernameya xwe ya Newrozê aşkera bike
12:17 Parêzer ji bo biçin Îmraliyê serî li dozgeriyê dan
12:02 Li Iraqê 6 kesên din bi vîrûsa Korona ketin
11:58 Hevserokên Giştî yên DBP'ê: Sebra kurdan nema bila deriyên Îmraliyê vebe
11:18 Biryara şertê kontrola edlî ya derbarê rojnameger Evren de hat rakirin
11:15 Rêjeya bêkariyê bû ji sedî 13,7
11:03 Ji hesabê JÎTEM'ê ji 8 parlamenterên HDP'ê re peyama gefxwarine şandin
11:00 Prof. Dr. Tsîtselîkîs: Çareserî ne li ser sînore, avakirina aştiyê Rojhilata Navîn e
10:41 Lawje bi projeyek nû li Amed, Mêrdîn û Êlihê konseran li dar dixe
09:46 Dadgeha Destûra Bingehîn îptal kir lê encam neguherî
09:10 Rojnamevan: Tevî ev qas zext û zoriyan jî em ê dev ji rastiyê bernedin
09:09 Nehiştin girtiyê 28 salan di taziyeya keça xwe de bi kurdî biaxive
09:08 Tahmaz: Kesên bîrbir hemû divê guh bidin gotinên Ocalan
09:07 Destê xwe ji paxila me berdin êdî!
09:06 Rapora der barê girtîgeha Xarpêtê de: Sînorê mudaxaleyê derbas nekirine
09:05 Ne 15 roj 120 roj borîn
09:00 ROJEVA 10'Ê ADARA 2020'AN
09/03/2020
19:00 Hevşaredarê Geverê Îrfan Sari hat berdan
16:56 Dayikên aştiyê bang li dayikên leşkeran kirin: Em bi hevre daxwaza aştiyê bikin
16:55 Sedema koçberiya Dersime pirsî
16:04 Dadgehê 9 sal, 4 meh û 15 roj ceza li Mizrakli birî
15:43 Dayika 4 mehin nikare cenazeyê keça xwe bigire: Ezê dest bi greva birçîbûnê bikim
15:32 Tuncel û Kişanak nehatin berdan
15:11 Danişîna Yuksekdag sibe pêk tê
14:56 Danişîna biryarê ya Selçûk Mizrakli dest pê kir
14:56 Ji ber vîrûsa korona wê 70 hezar girtiyên din jî bên berdan
14:43 Rojnameya Yenî Yaşamê: Wê meşaleya Mûsa Anter nekeve erdê
14:41 Hat îdîakirin ku li Mîdyadê jinekê xwe kuştiye
14:28 Di Doza JÎTEM’ê ya Kerboranê de dîsa xwe negihandin dozger
14:19 Arzû Çerkezoglû hat beratkirin
14:00 Olûç: Li gorî feraseta îqtîdarê çêkirina nûçeyan jî sûc e
14:00 ÎHA’yek ket zeviyê
13:42 Newroz wê li qûntarên Keleha Wanê bê pîrozkirin
13:27 Çelîk û Keser ên hatin girtin birin Girtîgeha Sîlîvrî
13:11 'Pêdivî bi piştevaniyê heye'
11:24 Babacan ji bo partiyek nû ava bike serî li Wezaretê da
11:23 Civîna Newrozê li Amedê hat lidarxistin
11:17 Di 9 rojan de 9 rojnameger hatin girtin
10:54 Dîmenên Erdogan ê li ber deriyê Pûtîn sekiniye hatin belavkirin
10:50 Danişîna doza Sabahat û Gultan dest pê kir
10:46 Ji dadgehê biryarek sosret, ‘ger tu tiştek nekiribin, teqez tiştek kirine’
10:25 Hêjmara 12'emîn a Xwebûn derket
10:14 F.A. ê di bin çavan de rastî tacîzê hat serî li Dadgeha Destûra Bingehîn da
09:01 Kovara Teoriya Marksist dê panela ‘Êdî dema şoreşê ye' li dar bixin
09:01 Xwişka Koçak ê di rojiya mirinê de: Birayê min ketiye 33 kîloyan
09:00 ROJEVA 09'Ê ADARA 2020'AN
08/03/2020
23:08 Jin li Enqereyê meşiyan, li Cizîrê şahî li dar xistin
22:34 Jinan li Mêrsînê meşa şevê li dar xistin: Em alîgirê jiyanê ne
20:50 Jinan benda polîsan derbas kirin û meşiyan
20:41 Nivîskarê Rojnameya Yenîçagê Agirel girtin
20:05 Rojnameger Çelîk û Keser hatin girtin
17:51 Li Mexmûr û Şengalê pîrozbahiya 8’ê Adarê
17:24 Li Seranserî bajarên Rojava pîrozbahiya 8'ê Adarê
17:12 Di mitînga Êlihê de destnîşankirina yekitiye neteweyî
16:57 ‘Em barîkata jinan ên kes nikarin derbas bikin ava dikin
16:09 Berdevka Meclîsa Jinan a HDP'ê: Siyaseta jin têde tune ne ne demokratîk e
16:00 Jinên Dersimî: Gulistan Dokû li kuderê ye?
15:25 Gokkan: Yekîtiya me azadiya me ye
Buldan: Jin tecrîdê û şer red dikin
15:23 Ji Walitiya Stenbolê daxuyaniya Taksîmê
15:17 Li Mêrdînê bi hezaran jin meşiyan: Têkoşîn didome û wê bidome
14:38 Şaman: 8’ê Adarê têkoşîna azadkirina jinê ye
13:52 Guven: Em bi şens in îro hemû cîhan qala têkoşîna jina Kurd dike
13:39 Jin bi rengên xwe li Qada Stasyonê ne
13:15 Jinên Botanê reng dan 8'ê Adarê
12:38 Destûr nedan li Girtîgeha Jinan a Şakranê hevdîtin bê kirin
12:18 Li Wanê coşa 8'ê Adarê dest pê kir
12:15 Yuksekdag: Hêvî dikim 8'ê Adarê deriyê aştî û azadiyê veke
11:22 Dozger îttîraz kir kir, rojnameger Keser hat binçavkirin
Çelîk: Wê rastî di tariyê de nemînin
11:09 KCD: Jinan bi serhildanên xwe nîşan daye ku serî natewîne
11:08 Prof. Dr. Hart: Divê em bi komî mirinan red bikin
11:07 Qaçaxçiyên mirovan: Em parekê jî didin eskeran
10:12 Li Taksîmê dorpêça 8'ê Adarê
09:46 Cendirme kongreya HDP'ê betal kir
09:31 Malbata Demîr: 40 salin dewlet zilmê li me dike
09:06 Jineke bi têkoşînê mezin bûye
09:05 Xwarina navdar a Edeneyê şirdan jî ket ber çerxa qereborseyê
09:05 Îstinafê cezayê li eskerê ku Surmî Înce kuştibû hatibû birîn xera kir!
09:04 Mahajera îranî: Li sînor jinên penaber bi tacizê re rû bi rû dimînin
09:02 Bazargeha Amedê ya yekemîn top avêt
09:01 ROJEVA 8'Ê ADARA 2020'AN
07/03/2020
18:10 Dayika Aştiyê: Bila her kes li dijî neheqiyê bisekine
17:16 Li Amedê jinan tûra bisikletan avêtin
16:43 Xizmên windayan li Îzmirê bang kirin: Winda diyar in, faîl li ku ne?
16:31 ‘Wê jin qezenc bikin’
16:06 40 baroyan piştgirî dan rojnamegeran: Rojnamegerî ne sûc e
15:49 Li girtîgehan herî kêm 50 jinên girtî yên nexweşên giran hene
15:43 Qeyûmê SELÎS girt Şaredariya HDP'ê dîsa vekir
15:37 Jin wê bi hashtaga “#8MarttaAlanlardayız’ di nava çalakiyê de bin