WAN – Ji hesabê bi navê ‘JÎTEM’ ji 8 parlamenterên HDP'ê re peyam hatin şandin û gef li parlamenterên HDP'ê xwarin. Parlamenteran bi rêya parêzeran serlêdana sûc kirin û diyar kirin ku ev rengê AKP'ê yên salên 90'î nîşan dide.
Piştî Civaknas Veli Saçilik li ser hesabê medya ji aliyê endamên Ocaxên Ulku ve rastî gefan hat, vê varê parlamenterên HDP'ê li ser hesabê medya civakî rastî gefan tên. Li ser hesabê "jitem.turkey" ê îstegramê parlamenterên HDP'ê rastî gefan hatin. Parlamenterên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Serpil Kemalbay, Murat Sarisaç, Huseyin Kaçmaz, Habîp Eksîk, Nuran Îmîr, Semra Guzel, Murat Çepnî û Hasan Ozguneş rasti gefan hatin. Di hesabê medya civakî yê "jitem.turkey" de peyama "Li bendê be dê mirin te bibîne. JÎTEM" ji parlamenteran re hat şandin. Li ser vê gefê parlamenteran bi rêya parêzerên xwe li dozgeriyê serlêdana sûc kirin.
Parêzeran di serlêdanê de xwest sûcdar bê dîtin û doza cemaweriyê bê vekirin. Parêzeran anîn ziman ku ger bersûc bê dîtin, girtin û cezakirin dê rê li pêş van sûcan biger, lê ger ku bersûc neyê girtin dê baweriya cemaweriyê ya li hemberî hiqûqê kêm bibe.
Prz. Bişar Alinak, ku li ser navê parêzerên parlamenterên HDP'ê serlêdan kir, anî ziman ku ev bûyer ne bûyerek ji rêzê ye û bi awayekî rêk û pêk parlamenterên HDP'ê dibin hedef. Alinak, anî ziman ku ev nîşan dide ku HDP di bin êrîşên pir mezin de ye.
ÇEPNÎ: RÊBAZÊN KONTRGERÎLLA NE
Parlamenterê HDP'ê yê Îzmirê Murat Çepnî jî anî ziman ku gefên bi vî rengî zêde dibin û wiha got: "Ev encama polîtikayên li dijî muxalifetê ne. Ev rewş di salên 90'î de jî hebûn. Ev berhemên şerê salên 90'î ye. Salên 90'î tîne bîra mirov. Hesabên AKP'ê yên qirêj dîsa vê pêvajoya 90'î zindî dike."
MA / Adnan Bîlen