ENQERE - Akademîsyen û hiqûqnas Prof. Dr. Konstantînos Tsîtselîkîs ê Yunanî, krîza penaberan a li ser sînorê Yunanîstanê mezin dibe nirxand û got: “Pirsgirêk ne vekirin û girtina sînorane. Ya girîng li Rojhilata Navîn avakirina aştiyê ye.”
Tirkiyeya ku di çirava polîtîkayên Sûriyeyê asê ma, deriyên sînor vekirin û bi sedan penaberên ku dixwazin biçin Ewropayê, bi rojane li ser sînorê Yunanîstanê radiwestin. Jiyana penaberan di navbera hêzên ewlekarî yên her du welatan de tê binpêkirin. Penaber rastî tundiyê, îşkencê û kiryarên dij mirovahî tên. Ev penaber di heman demê de di hedefa komên nijatperest ên li ser sînor dimînin dene.
Akademîsyen û parêzer Prof. Dr. Konstantînos Tsîtselîkîs ê Yunanî yê li Buroya Yunanîstan a Komîsertiya Bilind a Penaberan a Neteweyên Yekbûyî (NY) de nûnertiya penaberan dike û di Beşa Lêkolînên Balkan, Slav û Rojhilat a Zanîngeha Makedonya ya Selanîkê de weke profesor ders dide, rewşa penaberan a li ser sînor nirxandin.
Tsîtselîkîs ê di Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropayê (DMME) de, parastina gelek dozên îltîca û mafên mirovan dike, dest pê kê pêkanînên Yunanîstan ên li dijî penaberan nirxand.
‘QANÛN KIRINE DEST Ê XWE’
Tsîtselîkîs, diyar kir ku komên rastgir ên radîkal wekî polîsan tevdigerin û wiha axivî: “Ev kom bi fîzîkî êrîşî penaberan dikin. Mirov qanûnan dixin dest ên xwe û li şûna hikumetê qaşû edaletê bi cih tînin. Ev reş ji bo tevahiya civaka Yunan pir bi rîsk û fikare.”
‘DEWLETÊN HEYÎ HIQÛQÊ NAS NAKIN’
Tsîtselîkîs, da zanîn ku hem Yûnanîstan, hem jî Tirkiyeyê li ser sînor pir zede mafên mirovan bin pê dikin û wiha got: “Hikumeta Tirkiyeyê, agahiyên şaş belav dike û penaberan qaşo ji bo pêşerojek azad ber alî dike. Hikumeta Yûnanê jî, sînorên xwe girtine û Peymana Cenevrê ya 1951’an a qanûna îltîcayê ji holê rakiriye.”
Tsîtselîkîs, di dewam axaftina xwe de wiha got: “Penaber weke ‘amûr’ tên bi kar anîn û destûr nayê dayîn ku ji derveyî sînorên hikumet û dewletê diyar dikin, derkevin. Bi vê jiyana mirovan dixin rîskê û hiqûq tê binpêkirin.
‘PEYMANA CENEVRÊ’
Tsîtselîkîs, da zanîn ku qanûna penabaran divê tim hebe û li gorî rewşên lezgîn ji holê yê rakirin û wiha bilêv kir: “Li gorî qanûna penaberan a Yekitiya Ewropayê (YE), Konseya Ewropayê dikare rayeyên xwe yên îltîcayê ji holê rabike. Lê rê û rêbazên bingehîn ên Hevpeymana Cenevre nikare biguherîne. Ji ber vê yekê divê Yûnanîstan û YE peywira xwe ya qanûnî, siyasî û exlaqî bi cih bînin.”
Tsîtselîkîs, dest nîşan kir ku diviyabû berî her tiştî hemû nakokî bihatan çareser kirin û wiha rêz kir: “Lê hemû aliyan jî ji bo rawestandina şerê li Rojhilat Navîn biryarên xwe yên krîtîk tim taloq kirin. Niha Ewropa weke ku nikare çareseriyekê ji Rojhilata Navîn, Asya û Afrîkayê re bibîne, tê xuyakirin. Lê di rastiyê de rewş ne wisane. Ev jî dibe sedem ku pirsgirêk zêdetir bibin.”
‘ÇARESERIYA BINGEHÎN AVAKIRINA AŞTIYÊ YE’
Tsîtselîkîs, da zanîn ku pirsgirêk ne vekirin û girtina sînorane û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Ya girîng bingehîn li Rojhilata Navîn avakirina aştiyê ye. Hikumeta Tirkiyeyê ji bo berjewendiyên xwe yên siyasî penaberan bi kar tîne. Her ku Tirkiye li Sûriyeyê êrîş bike, wê mirov bêtir cih û warên xwe terk bikin. Di encamê de divê Yunanîstan û YE ji bo penaberan, bernameyekê li gorî hiqûqê amede bikin. Di heman demê de divê Tirkiye û YE jî, li gorî standartên hevpar li hev bikin û çareseriyê danin holê. Şerta dest pê kê divê li Rojhilata Navîn avakirina aştî û aramiyê be.”
MA / Eylul Denîz Yaşar