ENQERE - Dr. Azad Gergîn ku tayinî Nexweşxaneya Dewletê ya Erganiyê kirin, bi sedema "lêpirsîna ewlehiyê" negirtin kar. Azad Gergîn, serî li Dadgeha Destûra Bingehîn da û Dadgeha Destûra Bingehîn biryara betalkirina biryarê da. Lê li gel biryara AYM'ê jî dîsa li îstînafê biryar nehat guhertin.
Azad Gergîn, piştî di sala 2017'an de beşa Tipê ya Zanîngeha Egeyê xelas kir, ew tayînî Navçeya Dewletê ya Erxenî ya Amedê kirin. Lê bi hinceta "Lêpirsîna Ewlehiyê" ku bi KHK'ê xistin meriyetê, tayînkirina wî rawestandin. Dr. Gergin piştî 3 salan têkoşîna hiqûqê da bi rêya Prz. Hulya Yildirim serî li Dadgeha Destûra Bingehin (AYM) da. Li gel AYM'ê biryara dadgeha herêmî betal kir jî, Dadgeha Îstînafê ya herêmê biryara xwe neguhert.
Prz. Yildrim, anî ziman ku Dadgeha Îdarî ya Herêmî bêyî delîl û agahiyên şênber tayîna wî betal kiriye û wiha got: "Dadgehê xwe bi xwe delîl ava kiriye. Dîsa mafê parastina me bi sînor kirine. Der barê muwekîlê min Azat Gergin de, tu îdîayên endamê rêxistinê û propaganda rêxistinê kiriye tune. Me dosta pêşkêşî dadgehê kir. Der barê muwekilê min de du doz nehatiye vekirin. Tenê der barê xala 2911'an a meş û xwepêşandanan de dozek hatiye vekirin. Ev jî mafê azadiyê ye.'
Yildirim, anî ziman ku Dadgeha Îstînafêya Herêmê piştî biryara AYM'ê ya betalkirina "Lêpirsîna Ewlehiya" mehek şûnde teblîxî wan kirine û wiha got: "Biryara redkirina îtîrazê jî rojek beriya biryara AYM’ê hatiye nivîsandin. Lê dema biryara AYM'ê derket, ez di heman rojê de li Nivîsara dadgehê geriyam. Wan jî got hêj biryar derneketiye. Li gel AYM'ê biryar betal kiriye jî tiştek nehatiye guhertin. Em hevî dikin ku ev biryar li AYM’ê bê xerakirin.
MA / Berîvan Altan