COLEMÊRG - Hevşaredarê Geverê Îrfan Sari ku di 15'ê Cotmeha 2019'an de hatibû binçavkirin û paşê hatibû girtin, ji ber îdiaya "endamtiya rêxistinê" beraat kir û ji ber îdiaya "propagandaya rêxistinê" jî sal û 3 meh ceza lê hat birîn û hat berdan.
Hevşaredarê Geverê Îrfan Sari di 15'ê Cotmeha 2019'an de hatibû binçavkirin û di 17'ê Cotmehê de jî hatibû girtin. Piştî hatibû girtin di 5'ê Mijdara 2019'an de jî ew şandibûn Girtîgeha Tîpa T a Xarpêtê. Îro danişîna 2'yan a doza Sari li Dadgeha Cezayê Giran a 3'yan a Colemêrgê hat lidarxistin. Sari, bi rêya SEGBÎS'ê tev li danişînê bû û her wiha parêzerên Sari, Parlementerê HDP'ê yê Colemêrgê Saît Dede û hevşaredarên HDP'ê yên bajêr û navçeyê jî tev li danişînê bûn.
Piştî parastina Sari û parêzerên wî dadgehê biryar da. Dadgehê ji ber îdiaya "endamtiya rêxistinê" beraat kir û ji ber îdiaya "propagandaya rêxistinê" jî sal û 3 meh ceza lê hat birîn û hat berdan.