STENBOL - Înîsiyatîfa Dayikên Aştiyê, derbarê leşkerên ku li Idlibê hatin kuştin de bang li dayikên leşkeran kir û got: “Bila dayikên leşkeran me bibihîsin û bên tevlî me bibin. Werin em bi hevre daxwaza aştiyê bikin.”
Înîsiyatîfa Dayikên Aştiyê ya Stenbolê, derbarê leşkerên li Idlibê hatin kuştin de li avahiya xwe ya Unkapani civîna çapemeniyê pêk anî. Di daxuyaniyê de pankarta bi kurdî û tirk a “Şer ji dayikan bipirsin, qîrîniya mirovaniyê” hat vekirin. Dayikên Aştiyê, bal kişandin ser şerê li herêmê rû dide.
‘ERDOGAN LI IDLIBÊ LEŞKERAN DIKUJE’
Li ser navê Dayikên Aştiyê Dîndar Yilmaz axivî û diyar kir ku ji ber şer bi deh hezaran mirov jiyana xwe ji dest dan. Yilmaz, da zanîn ku bila êdî ne dayikên gerîla, ne jî dayikên leşkeran bigirîn û wiha axivî: “Ji rondikên dayikan re êdî bese. Bila ev şerê qirêj bi dawî bibe. Êdî bila ne dayikên leşkeran û ne jî dayikên gerîla rondikan bibarîn in. Ma çi mafê Erdogan heye. Zarokan ji dayikên wan digire û li Idlibê dide kuştin.”
‘BILA BI MERE DAXWAZA AŞTIYÊ BIKIN’
Dayika Rahîme Înce jî, da zanîn ku kurd ji ber nasnameya xwe rastî kiryarên bêhiqûqî tên û wiha axivî: “Ji malbata min 3 kesan jiyana xwe ji dest dan. Ligel van hemû bêhiqûqiyan jî, em hîna jî aştiyê dixwazin. Ji bo ku ev şer bi dawî bibe, berê jî me bi dayikên leşkeran re hevdîtin kirin. Em niha çardin bang dikin. Bila malbatên leşkeran jî bên. Werin em bi hevre daxwaza aştiyê bikin.”
‘EM BI HEVRE AŞTIYÊ PÊK BÎNIN’
Dayika Aştiyê Nafiye Başaran jî, dest nîşan kir ku bal kişand ser pêvajoya heyî û wiha got: “Divê gelên tirk û kurd di nava jiyaneke aştiyane de bijîn. Lazime ku em vê rêyê pêş bixin. Me Înîsiyatîfa Dayikên Aştiyê di pêvajoyek pir zor û zehmet de ava kir. Ji bo aştiyê me hemû zorî dan berçavên xwe û em têkoşîna vê yekê didin. Em bang li dayikên kurd û leşkeran dikin. Bi salane ku em têdikoşin. Lê mixabin kes dengê me na bihîse û naxwazin guh bidin vî dengê me. Ev şerê xwişk û biratiyê ye. Encex aştî karibe vî şerî rawestîne. Werin em bi hevre aştiyê ava bikin. Heke şewat rû bide, wê hişk û ter jî bi xwe re bişewîtîne. Her roj leşker tên kuştin. Em êş dikêşin. Leşker jî zarokên xizan û feqîrane. Li ku derê kurdek hebe, bila hevdû bigirin û di nava yekitiyê de aştiyê bixwazin. Bila aştiyek giştî pêk were. Aştî layîqê vê erdnîgarî û axê. Em layîqê aştiyê ne. Bila dayikên leşkeran jî me bibihîsin û werin tevlî me bibin. Werin em bi hevre aştiyê bixwazin.”