AMED – Dadgeha Amedê bi angaşta “endamtiya rêxistinê” 9 sal, 4 meh û 15 roj cezayê girtîgehê li Hevşaredarê Amedê Selçûk Mizrakli birî.
Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Amedê Selçûk Mizrakli yê qeyûm tayînî şûna wî hat kirin, di çarçoveya îtîrafkariya Hîcran Berna Ayverdî de hatibû girtin. Mizrakli bi angaşta “Endamê rêxistinê ye” tê darizandin. Danişîna biryarê ya doza Mizrakli li 9’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê tê lidarxistin.
Mizrakli beşdarî danişînê nebû. Dozger ji 7 sal û 6 mehan heta 15 salan cezayê girtîgehê ji Mizrakli re dixwest û biryara xwe dubare kir.
Piştî parastina parêzerên Mizrakli, Zulal Erdogan, Mehmet Emîn Aktar, Cîhan Aydin û Muhsîn Bîlal, şandeya dadgehê biryara xwe eşkere kir. Dadgehê bi angaşta “endamtiya rêxistinê” 9 sal, 4 meh û 15 roj cezayê girtîgehê li Mizrakli birî.