MELETÎ – Siyasetmedar Gultan Kişanak û Sebahat Tuncel carek din derketin pêşberî dadger û dîsa nehatin berdan.
Danişîna sêyemîn a doza Hevşaredara Bajarê Mezin a Amedê Gultan Kişanak û Hevseroka Giştî ya DBP’ê ya berê Sebahat Tuncel li Dadgeha Meletiyê hat lidarxistin. Kişanak û Tuncel ji Girtîgeha Kandirayê bi rêya dîmen û deng (SEGBÎS) beşdarî danişînê bûn. Parlamenterên HDP’ê Ayşe Surucu û Kemal Bulbul, malbata Tuncel û Kişanak dozê şopandin. Parêzerên Tuncel û Kişanak jî amade bûn. Danişînê bi tespîta nasnameyan dest pê kir.
Di danişînê de Kişanak û Tuncel di destpêka axaftina xwe de 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê pîroz kirin û bal kişandin tundiya li ser jinan û vê dadgehkirinê jî wek parçeyek tundiya li dijî îradeya jinan nirxandin. Kişanak û Tuncel di dewama axaftinên xwe de parastina xwe kirin. Parêzeran jî parastina miwekîlên xwe kirin û xwestin bên berdan û beratkirin.
DANIŞÎN HAT TALOQKIRIN
Piştî parastinan heyeta dadgehê bi biryara danişîna bê îtîrîfkar Hîcran Berna Ayverdî bi SEGBÎS’ê di danişînê de amade be dewama girtina Kişanak û Tuncel da. Danişîn taloqî 13’ê nîsanê hat kirin.