AMED – Danişîna biryarê ya doza Hevşaredarê Amedê Selçûk Mizrakli yê qeyûm tayînî şûna wî hat kirin û niha girtî tê darizandin li Dadgeha Amedê dest pê kir.
Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Amedê Selçûk Mizrakli yê qeyûm tayînî şûna wî hat kirin, di çarçoveya îtîrafkariya Hîcran Berna Ayverdî de hatibû girtin. Mizrakli bi angaşta “Endamê rêxistinê ye” tê darizandin. Danişîna biryarê ya doza Mizrakli li 9’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê tê lidarxistin dest pê kir.
Mizrakli yê ji 7 sal û 6 mehan heta 15 salan tê dairzandin beşdarî danişînê nebû. Parêzerên Mizrakli, Zulal Erdogan, Mehmet Emîn Aktar, Cîhan Aydin û Muhsîn Bîlal di danişînê de amade bûn.
ŞANDEYEK QELEBALIX DOZÊ DIŞOPÎNE
Malbata Mizrakli, şandeyek biyanî, nûnerên rêxistinên civakî yên sivîl, rêveber û parlamenterên HDP’ê û gelek kes dozê dişopînin.
Beriya danişînê polîsan derdora avahiya û hundirê dadgehê dorpêç kirin û tedbîrên wan balê kişandin ser xwe.
Dozger ango meqamê angaştê biryara (mutalaya) xwe ya berê eşkere kiribû dubare kir û dozger dixwaze Mizrakli bi angaşta “endamê rêxistinê ye” were cezakirin.
Danişîn bi parastina parêzerên Mizrakli didome.