ÎRAN - Li Îranê, ji ber vîrûsa korona 54 hezar girtiyên edlî hatibûn berdan û destûra malê hatibû dayîn. Di nava vê heftiyê de wê 70 hezar girtiyên din jî bên berdan.
Ji ber vîrûsa korona (Kovîd-19) a li bajarê Wûhan a Çînê derket holê û di demek kurt de li tevahiya welat belav bû, heya niha li tevahiya cîhanê 3 hezar û 831 kesan, jiyana xwe ji dest dan. Hejmara kesên bi vîrusê ketin jî, 110 hezarî derbas kir.
Heya niha, ji ber vîrusê li Çînê 3 hezar û 120, li Herêma Îdarî ya Taybet Hong Kongê 3, li Îtalya 366, li Îranê 194, li Koreya Başûr 53, li DYA 22, li Fransa 19, li Îspanya 17, li Japonyo 14, li Îraqê 6, li Avûstralya 3, li Îngîltere 3, li Hollanda 3, li Îsvîçre 2, li Misir 1, li San Marîno 1, Tayland 1, Tayvan 1, Fîlîpînler 1 û Arjantinê 1 kesan jiyana xwe ji dest dan.
ÎRAN WÊ 70 HEZAR GIRTIYAN BERDE
Li Îranê, ji ber vîrusa korona 54 hezar girtiyên edlî hatibûn berdan û destûra malê hatibû dayîn. Wezîrê Dadê yê Îranê Ebrahîm Raîsî, diyar kir ku ji ber vîrûsê di nava vê heftiyê de wê 70 hezar girtiyên din jî berdan. Reîsî, di vê mijarê de derbarê girtiyên siyasî tu agahî nedan.