WAN - Li Wanê, îsal wê Newroz 21’ê Adarê roja Şemiyê li qûntarên Keleha Wanê bê pîrozkirin.
Li Wanê Komîteya Amadekar a Newrozê hat avakirin. Komîteyê derbarê pîrozbahiyên îsal ên Newrozê de li avahiya Rêxistina HDP’ê ya Wanê civîna çapemeniyê li dar xist. Serokê Komîteyê Ahmet Enterîlî daxuyaniya kurdî da û Şukran Şen jî daxuyaniya bi tirkî da.
Li gorî daxuyaniya hat dayîn, li Wanê îsal wê Newroz 21’ê Adarê roja Şemiyê li qûntarên Keleha Wanê bê pîrozkirin.
Serokê Komîteya Amadekar a Newrozê Ahmet Enterîlî, diyar kir ku wan dest bi xebatên xwe yên pîrozbahiyê kirin û wiha axivî: “Emê îsal jî mîna hemû salên derbasbûyî Newrozê bi coş, keyfxweşî û bêrîkirina şatiyê pîroz bikin. Em bi gelê xwe re bi şîara ‘Emê agirê Newrozê geş bikin, tecrîd bişkînin, faşîzmê têk bibin û demokrasiyê ava bikin’ Newroza xwe ya îsal pîroz bikin. Weke Komîteya Amadekar a Newroza Wanê emê bi vê bawerî û biryardariyê, li qadan bin û emê hemû gelê xwe vedixînin qada Newrozê.”
Enterîlî, diyar kir ku ewê îro ji bo pîrozbahiyên Neworzê ser li Walîtiya Wanê bidin.