STENBOL - Gerînendeyê Gişti yê Rojnameya Yenî Yaşamê Mehmet Ferhat Çelik û Midûrê Karên Nivîsê Aydin Keser ên hatin girtin, birin Girtîgeha Hejmara 9 a Sîlîvrî.
Gerînendeyê Gişti yê Rojnameya Yenî Yaşamê Mehmet Ferhat Çelik û Midûrê Karên Nivîsê Aydin Keser ên ji ber nûçeyên leşkerên li Lîbyayê di rojnameyê de weşandin ji aliyê 5’emîn Dadgeha Cezayê Sûlhê ya Stenbûlê ev hatin girtin, birin Girtîgeha Sergirtî ya Hejmar 9 a Sîlîvrî.
Nivîskarê Rojnameya Yenîçag Mûrat Agirel ê bi heman hincetê hat girtin jî, birin heman girtîgehê.