MÊRDÎN - Komîsyona Jin û Zarokan a Baroya Mêrdînê, têkildarî 8’ê Adarê daxuyanî da û got: “Di têkoşîna jinê de pêdivî bi piştevaniyê heye.”
Komîsyona Jin û Zarokan a Baroya Mêrdînê, derbarê 8’ê Adarê Roja Jinên Cîhanê de, li ber avahiya edliyê daxuyanî da çapemeniyê. Gelek parêzer û rêveberên baroyê beşdarî daxuyaniyê bûn. Ji rêveberiya Baroyê Emîne Erboga, daxuyanî da û diyar kir ku di têkoşîna jinê de pêdivî bi piştevaniyê heye.”
Erboga, bal kişand ser wekheviya jinê ya li Tirkiyeyê û wiha got: “Li Tirkiyeyê jin nikarin xwe bi gihînin perwerde û îstîhdama weke hev. Di qadên hunerî û siyasî de nûnertiyeke jinê ya têr û tije tuneye. Newekheviya zayendî ya civakî bandora xwe li pêşketina civakê jî dike.”
Piştî axaftina Erboga daxuyanî bi lêxistina çepikan bi dawî bû.