NAVENDA NÛÇEYAN - Danişîna doza Sebahat Tuncel û Gultan Kişanak li 5'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Meletiyê dest pê kir. Niha Tuncel parastinê dike.
3'emîn danişîna doza Hevşaredara Bajarê Mezin a Amedê ya berê Gultan Kişanak û Hevseroka DBP'ê ya berê Sebahat Tuncel li 5’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Meletiyê dest pêkir. Kişanak û Tuncel ku bi îdîaya "Endamtiya rêxistinê" û “Propaganda rêxistinê kirine" tên darizandin, bi rêya SEGBÎS'ê derketin pêşberî dadgehê. Parlamenterên HDP'ê Ayşe Surucu û Kemal Bilbil û parêzerên Gultan Kişanak û Sebahat Tuncel jî dozê dişopînin.