IDIR- 4’emîn Dadgeha Cezayê Eslî ya Idirê ya derbarê 13 kesan de biryara beraetê da bû, vê carê bi îdîaya “Propagandeya rêxistinê kirin” ji bo dest pê kirina lêpirsîn dosyeya wan, ji dozger re şand.
Li Idirê, bi îdîaya “Beşderî civîn, meş û xwepêşandanên dij qanûnî bûyîn” derbarê 13 kesan de doz hatibû vekirin. Ji ber vê dozê ceza li 2 kesan hat birin û 11 kesan jî beraet kirin. Dadgerê 4’emîn Dadgeha Cezayê Eslî ya Idirê dosyeya ku ji bo wê biryara beraetê dabû, vê carê îdîa kir ku “Propangadeya rêxistinê hatiye” û derbarê 13 kesan de li Dozgeriya Komarê gilî kir.
DERBARÊ 13 KESAN DE DOZ HAT VEKIRIN
Di 20’ê Tîrmeha 2015’an de endamên Federasyona Komeleyên Ciwanên Sosyalîst (SGDF) di dema xwestin alîkariyê bibin Kobanê li navçeya Pirsûs a Rihayê kom de, rastî êrîşa DAIŞ’ê hatibûn. Rêveber û endamên HDP û DBP’ê li Idirê ji bo şermezarkirina êrîşê daxuyaniyê dabûn çapameniyê. Piştî daxuyaniyê, bi îdîaya “Beşderî civîn, meş û xwepêşandanên dij qanûnî bûyîn” darbarê 13 endamên HDP’ê, DBP’ê, rêveberên sendîkayê û endamên meclîsa şaredariyê doz hatibû vekirin.
DEST PÊ KÊ BERAET DÛR ‘GILÎ’
Doz nêzî 5 salan li 4’emîn Dadgeha Cezayê Eslî ya Idirê dwam kir. Di dozê de salek û 3 meh cezayê girtîgehê li Hevserokê DBP’ê yê bajêr Mûrat Yerlîkaya û rêveberê Şaxa SES’ê Hîdayet Akay hat birin. Dadgehê ji bo 11 kesan jî biryara beraetê dabû. Dadgerê, dosyeya ku ji bo wê biryara beraetê dabû, vê carê jî îdîa kir ku “Propangadeya rêxistinê hatiye” û derbarê 13 kesan de li Dozgeriya Komarê gilî kir. Bi vî awayî çawan ku biryara dadgehê di îstînafê de bê qebûl kirin, wê Serdozgeriya Komarê derbarê 13 kesan de dest bi lêpirsînê bike.
WÊ DÎSA BÊN DARIZANDIN
Parêzer Şaziye Onder a di heman dozê de hat derizandin û derbarê wê de biryara beraetê hat dayîn, diyar kir ku dema ku dozek tê vekirin hêzên ewlekariyê û dozger lêkolîn û lêpirsînin pêwîst dikin. Onder, anî ziman ku gava dozger dozê vedike madeyên cezayê eleqedar jî diyar dike û wiha got: “Lê dadgeha herêmî weke ku ‘Ger tu tişt nekiribin, teqez tiştek kirine’ nêz dibe û ji bo vê yekê dîsa gilî dike. Di encamê de ji bo doza ku me beraet kirî, emê dîsa jê bên darizandin.”