MÊRDÎN – Welatî F.A. yê li Mêrdînê rastî îşkence û tacîza bi jopan a polîsan hat, ji ber ku serî li dozgeriyê da û encam negirt, serî li Dadgeha Destûra Bingehîn da.
Welatî F.A., yê li Mêrdînê di çalakiya şermezarkirina tayînkirina qeyûm de hat binçavkirin û rastî tacîza polîsan hatibû, ji ber ku li dadgeha herêmî encam bi dest nexist serî li Dadgeha Destûra Bingehîn da. Di 19'ê Tebaxa 2019’an de piştî qeyûm tayînî Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê hat kirin, welatiyan bi boneya qeyûm şermezar bike çalakî li dar xistibûn. Di çalakiya 21'ê Tebaxê de polîsan welatî F.A. bi îşkenceyê binçav kiribûn. F.A. yê rastî tacîza bi jop hat birîndar bûbû û 6 kêl avêtibûn birînên wî. F.A. di 23'ê Tebaxê de bi hinceta girteka polîsan îmze nekiriye, rastî neheqî û lêdana polîsan hatibû. Li avahiya Midûriyeta Polisan a Mêrdînê ya berê li pişt konteyniran rastî tacîzê hatibû. F.A. ku têkildarî îşkence û tacîzê serî li dozgeriyê da, encam negirt. Ji ber ku Dozgerî û dadgeha herêmî ya Mêrdînê der barê serlêdana F.A. de biryara "bêşopandinê" da, F.A. ji bo mafê xwe biparêze serî li Dadgeha Destûra Bingehîn da.
Parêzerê F.A. û Serokê Şaxa ÎHD'ê yê Mêrdînê Fevzî Adsiz, bi sedema lêpirsînek têr û tije nehatiye kirin, doz bir Dadgeha Destûra Bingehîn. Adsiz, anî ziman ku piştî F.A. serbest hat berdan wan serî li dozgeriyê dabû, lê dozgeriyê jî hewce bi lêpirsînê nedîtibû. Adsiz, anî ziman ku aşkere xuya dibe ku muwekilê wî rastî muameleya xerab hatiye ji bo lêpirsînek baş bê kirin wan doz biriye Dadgeha Destûra Bingehîn.