STENBOL - Jinên femînîst ên ji bo 8'ê Adarê pîroz bikin xwestin bimeşin rastî qedexeya walitiya Stenbolê û benda polîsan hatin. Jinan qedexe û bend derbas kirin û meşa şevê li dar xistin. Polîsan bi xazên îsotê mudaxaleyî jinan kir û gelek kes binçav kirin.
Bi sedan jinên femînîst, bi boneya 8'ê Adarê pîroz bikin xwestin meşek girseyî li dar bixin. Jinên ku li Qada Taksîme kom bûn û xwestin bimeşin Kolana Îstîklalê rastî biryara qedexeya Walîtiya Stenbolê û benda polîsan hatin. Lê jinan qedexe û astengiya polîsan nas nekir û meşa xwe berdewam kirin. Jinan bi dirûşmeya “Ji înadê re serhildan" dest bi meşê kirin. Jinên ku li pêş avahiya ÎHD'ê ya Stenbolê kom bûn û di bin dorpêça polîsan de dest bi meşê kirin, berê xwedan Kolana Îstîklalê. Jin li Kolana Sıraselviler hatin astengkirin. Jin piştî demekê rastî benda polîsan hatin, dîsa xwestin bimeşin. Vê carê polîsan bi hinceta qedexe ye bi bombeyên xaza îsotê êrîşî meşa jinan kir û gelek jin binçav kirin.