STENBOL - Nivîskarê Rojnameya Yenîçagê Murat Agirel li ser îtîraza dozger dîsa hat binçavkirin û sewqî dadgehê kirin. Heyeta dadgehê biryara girtina wî da.
Nivîskarê Rojnameya Yenîcagê Murat Agirel li ser îtîraza dozger dîsa hat binçavkirin û sewqî dadgehê kirin. Heyeta dadgehê der barê Agirel de biryara girtinê da. Agirel, ji ber nûçeya têkildarî merasima cenazeyên eskerên li Lîbyayê weşandibû hatibû binçavkirin û serbest hatibû berdan. Agirel piştî sewqî 5'emîn Dadgeha Cezayê Sulhê kirin, heyeta dadgehê der barê wî de biryara girtinê da.