NAVENDA NÛÇEYAN - Rojnameger Adar Şaman, li ser wate û girîngiya 8’ê Adarê diyar kir ku di sedsala 21'emîn de bi qasî ku nirxên ahlaqî, çandî yên mirovatiyê hatin berovajîkirin, di heman demê de, di nav xwe de çalekî û têkoşîna ji bo bilind kirina nirxên mirovatiyê tê dayîn jî, peş dixînê. Şaman, da zanîn ku mirov perçeyekî xweza ye, lê jin kirdeya jiyanê ye.
Rojnameger Adar Şaman, bi minasebeta 8'ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê bal kişand ser polîtîkayên pergalê yên li dijî nirxên jinê û têkoşîna jinan a ji bo bilindkirina nirxên civakî û wiha got: "8'ê Adarê ne tenê rojekê ku jin, werin cem hev û vê rojê pîroz bikin Ne tenê di rojekê de di ruhe xwe, hestên xwe û hêza xwe dixin yek parê. Ji bo me ev roj, hîn bêhtir xwe rexistinkirin, zanêkirin û mezinkirina tekoşînê ye. Ya giring ewe ku, hemû roj bi reng, vîn, aqil û hîsyata jinê rê wateya jiyanê bi nêrx kirine."
Adar Şaman, destnîşan kir ku sedsala 21'emîn emîn, biqasî ku nirxên ahlaqî, çandî yên mirovatiyê hatin berovajîkirin jî, di heman demê de, di nav xwe de çalekî û têkoşîna ji bo bilind kirina nirxên mirovatiyê tê dayîn jî, peş dixînê. Şaman, bal kişand ser girîngiya têkoşînê û wiha lê zêde kir: "Tekoşîn, xwe avakirin û bilindkirina nirx û kedê ye. 8’ê Adarê roja jinên Cîhanê, berhêma tekoşîna bi sed salan e. Dîroka 8’ê Adarê digijê salên 1857’an. Hata em dikarin bêjin ku xwe dighîne salên 1800 dî. Di van salan de têvgerên jin bi taybet jî, jinên karker tekoşîna li hember ketxwarî, metingerî û desthilatdarîya pergala mêr çalekîyên cur bi cur li dar dixin."
Şaman, li ser têkoşîna jinên karker ên di sala 1857’an de dest pê kir jî rawestiya û wiha berdewam kir: "Di encama tekoşîn û berxwedana jinên karker yên di fabrîqeyên tekstîlên bajarê Amarîka, yê New Yokê di xebitîn, li dijî ketxwarîyê çalekîya dev ji kar berdanê ango grevê dikin. Patronan, jin li fabrîqeyan de, di şert û mercen gelekî xirap û hetanî 16 seatan bê navber didan xebitan din. Bi hezaran jin li dijî vê metingeriyê serî natewînîn û xwedî li mafên xwe derdikevin. Çalekîyên jinan yên li dijî ketxwarî û mafan, mohra xwe li dîrokê dixin. Berxwedana jinan di serî de fabrîqe, kargeh û hwd. belav dibê. Di encama vê berxwedanê de patron, dewlet û polîs dibin yek û agir bi fabrîqe dixin. Deryên fabrîqe li ser jinan miftê dikin û nahêlin jin derkevin dervê. Di Encama vê bûyerê de 129 jin bi zîndî tên şewutandin."
'AQILÊ MÊRÊ SERDEST BI KUŞTINA JINÊ DIXWAZE XEYALÊN JINÊ TARÎ BIKE'
Adar Şaman, li ser têkoşîna jinên enternasyonalîst jî rawestiya û got: "Êdî piştî 52 sal di ser de derbas dibin, di sala 1910’an de di civîna du êmîn ya Sosyalîst Enternasiyonal de Clara Zetkîn ji bo weke roja jinan ya Cîhanê werê qabûlkirin peşnîyaz dikê. Erê dîroka 8’ê Adarê li ser vê mîrasê û bingihê tê danîn; lê bi têkoşîn, berxwedan û dayîna gelek berdêlan 8’ê Adarê mezinbû, bi rakirina sînorên hatinê çekirin yên di navbera jinê dê, armanc û tekoşîna jinê jî kirê yêk. Jin li hember pergala serwer di hemû cûreyên tekoşînê de hêza xwe kirinê yêk. Ev jî, tirs û xofa desthilatdariyê mezin dike. Di dîroka şaristanîyê de, ya destpêkê hatî kolê kirin, wek çîn, zayênd û netew jinê. Ji bo ve tekoşîna azadîya jinê, hêjayî ku berdêlên giran jî dibê ku werin dayîn. Her çiqas tekoşîn û berxwedana jinê mezin dibê êrîş, tûndî, kuştin, qirkirin, zilim û metingerî ya mêr- dewletê jî ewqasî hov dibê. Tekoşîna tevgera jina Kurd; li hember şerê ne bi navkirî yê mêrê serdest û li hember vî şerê qirkirinê, xwe bi rexistin dikin. Aqlê mêrê desthilatdar bi kuştina jinê di xwazê hemû xwn û xeyalên jinê tarî bikê."
'JIN MOZAYÎKA RENG Û ESTETÎKÊ YE'
Adar, li ser rola jinê ya jiyanê jî rawestiya û wiha berdewam kir: "Ev tekoşînêk çiqas bedewe ku, ev tabloya bi ked, hest û destê jinê hatiyê xezkirin. Ji ber ku jin mozayîka ji reng, estetîk, hîs, afrandin û fikrê kevneşopi tê. Jina Kurd, bi paradigmaya azadiya jinê re bûyê hêza guhertuna civakê. Bûyê hêza parazvana nirxen mirovahiyê. Bi vê felsefe, dîroka azadiya jinê ji nûve tê nivîsandin. Mîna rola jinan a di nava şoreşa Bakur û Rojhilatê Sûryêyê de, jin di çareseriya Rojhilata Navîn de we rola xwe ya destnîşankirina serdema şarîstaniya netewa demokratîk de hîn bêhtir bilîzê. Ji bo em destketiyên mezin di sala 2020’an de bi dest bixin û peşiya qirkirina li ser jinê bigrin; pewîstî bi nirxandin û niqaşkirina tekoşîna sala 2019’an heyê. Her sal di pevajaya 8’e Adarê de, jin xebat, kar û tekoşîna xwe di nerxînîn, kemasî û şaşiyên xwe dibînîn, rexne dikin û rexne dayinên xwe didin. Piştî nerxandinan ji bo pirsgirêkên heyî, plansazî çedikin û rêbazên tekoşîna xwe ya nû diyar dikin. Jin, ji bo di kar, xebat û di têkoşîna xwe de encam bigrin legerîn û cerbandinên xwe bi hevrê parvedikin. Di her şahî û çalêkiyên 8 Adarê, ruh û berxwedana jinê ya kolektîf heyê. Têkoşîna jinê nê tênê li hemberî desthilatdarî, metîngerirî, ketxwarî, nûkerî, tundî û mêrê kujêre; di heman demê de li hember sekna jina kolêy jî. Berxwedan û tekoşîna jina leheng, nerîna civakê ya negatîf li ser jinê heye da guherandin.
JIN KIRDEYA JIYANÊ YE
Şaman, rola jinê ya di nava jiyanê de jî bibîr xist û wiha bi dawî kir: "Wê hêza tekoşîna jinê, li qadê 8 Adarê ji pergala derew, fîtnê, şer û mêrê kurnas hesap bixaze. Ji berku mirov parçeyêkî gerdûnê-xwezayê yê, lê jin kirdeya jiyanê yê. Wextê ku mirov li dîroka penç hezar sal di fikirê encam, nîjatperestî, zayêndî parêztî, şovenîzm, mîlîtarîzm û faşîzm pêvêtir tiştek dî tunêyê. Ev bûn sedem ku di dîrokê de xîyanêta yêkemîn li nerxên jinê hatiyê kirin.
Belê, 8 Adarê roja jinên Cîhanêyê, lê wek roja paqîjî, dîlsozî, hurmet kirin, hezkirin, hîskiri, xweşikbûyîn, azadî, wekhevî, xwşbûyîn û aşîtiyêyê. Ji ber ku ev teybetmendî aydê jinênê. Di peşengtiya Jina Kurd de, derfetên ji bo avakirina Konfederalizma jinê, enternasiyonalîzma jinê ji her demê bêhtir afirînê. Em bawerin ku, wê Jina azad, weke Teyrê Sîmûrg xwe ji agir ü xweliya xwe ve ji nûve xwe bi afirînê. Têkoşîna jin sînor rakirinê.
8’e Adarê li tevahî jinan pîroz bê."